Brîtanyayê cezayên nû li ser çeteyên ku li Sûriyeyê sûc kirine  ferz kir

Brîtanyayê li ser 6 çeteyan û komên çete ku li dijî sivîlan li Sûriyeyê sûc û binpêkirinên sîstematîk kirine, cezayên nû ferz kir.

Brîtanyayê cezayên nû li ser çeteyên ku li Sûriyeyê sûc kirine  ferz kir
19 kanûn, 2025   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê kesên ku ceza li wan hatiye ferzkirin ev in: "Xiyas Della û Miqdad Fatiha, her du jî fermandarên leşkerî yên berê yên hêzên rejîma Baasê bûn, Mihemed El Casim (Ebû Emşa), serokê Lîwaya Sultan Silêman Şah, Seyf Bolad, serokê Firqeya Hemze  û karsazên bi navê Midell Xûrî û Îmad Xûrî, ku bi piştgiriya darayî ji rejîma Baasê re têne tawanbarkirin."

Wezaretê diyar kir ku ceza her wiha li 3 komên çetyan jî hatiye ferzkirin ew jî ev in: "Sultan Murad," "Sultan Silêman Şah," û "Hemze."

Wezaretê diyar kir ku "kesên navnîşkirî tev li kiryarên tundûtûjiyê li herêmên peravê Sûriyeyê, bi taybetî li parêzgehên Lazkiye û Tartusê, di destpêka vê salê de bûne. Her weha tev li kiryarên hovane di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bûne."

Wezîra Karên Derve ya Brîtaniyayê Yvette Cooper got ku gotiye ev biryar "peyamek zelal e ku ew kesên li dijî sivîlên Sûriyeyê kiryarên tundûtûjiyê kirine dê werin lêpirsîn ", û da zanîn ku Londonê piştgiriya veguheztina siyasî û geşbûna aborî li Sûriyeyê dike.

(k)

ANHA