Brîtanya: Me û Fransayê operasyoneke hevbeş li Sûriyeyê pêk anî

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand wê û Fransayê duh êvarê li Sûriyeyê operasyoneke hevbeş li ser cihekî bin erdê pêk anîne ku guman tê kirin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê bikaranîn.

Brîtanya: Me û Fransayê operasyoneke hevbeş li Sûriyeyê pêk anî
4 ÇILE, 2026   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê û Fransayê duh êvarê êrişeke hevbeş li ser cihekî pêk anîne ku guman tê kirin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê bikaranîn.

Di daxuyaniyê d hate diyarkirin ku êriş li çiyayekî bakurê bajarê Tedmurê yê dîrokî yê naverasta Sûriyeyê hatiye kirin. Hate gotin, tê texmînkirin ku DAIŞ’ê ew cih wekî depoya çek û teqemeniyan bi kar dianîn.

Di dewama daxuyaniyê de hate ev agahî hatin parvekirin "Balafirên brîtanî bombeyên rêberkirî yên Paveway IV çend tunelên ku ber bi tesîsê ve diçin kirin hedef. Niha jî nirxandineke berfireh tê kirin, lê li gorî nîşanên destpêkê,  armanc bi serkeftî hatiye lêdan. Tu nîşane tune ne ku ev êriş xeterî li ser sivîlan çêkiriye. Hemû balafirên me bi ewlehî vegeriyan."

(b)