QSD’ê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kirin

Şervanên QSD’ê Emar di bersvidayîna êrişa komên girêdayî hikumeta veguhêz de û Xebat Reqa jî di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûn.

QSD’ê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kirin
4 ÇILE, 2026   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 2 şervanan ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hevrêyê me Mihemed Taha El Mistefa li herêma Tirwaziya bi lehengî bersiva êrişa komeke girêdayê hikumeta Şamê da ta gihaşt asta şehadetê. Hevrêyê me Ebdulqadir Ebdurehman El Xilêf jî dema erka xwe bi cih dianî di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên her du şehîdan û tevahiya malbatên şehîdan re hat xwestin û hate gotin: "Em ê wefadarên bîranîn û têkoşîna şehîdan bin ta bi avakirina welatekeî ewle tacîdar bikin."

Nasnameyên şehîdan:

Nasnav: Emra

Nav û paşnav: Mihemed El Mistefa

Navê dayikê: Kewkeb

Navê bav: Taha

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Tirwaziye-Bersivdayîna êrişa komên girêdayî hikumeta Şamê-30’yê kanûna 2025’an

Nasnav: Xebat Reqa

Nav û paşnav: Ebdulqadir El Xilêf

Navê dayikê: Fatim

Navê bav: Ebdurehman

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Hemrat-Qezaya trafîkê-31’ê kanûna 2025’an.

(b)