Blinken dê bi Sîsî re bicive

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken gihaşt Qahîreyê. Blinken dê bi serokê Misirê Ebdulfettah Sîsî re bicive.

Blinken dê bi Sîsî re bicive
6 sibat, 2024   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Anthony Blinken vê sibehê ji Riyadê derket û çaverê ye di gera xwe de serdana Misir û Qeterê bike û dûre berê xwe bide Îsraîlê da ku dan û standinên li ser serbestberdana dîlgirtiyan û plana girêdayî şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de û normalîzekirina têkiliyên dewletên Ereban û Îsraîlê gotûbêj bike.

Hemwextî zêdebûna hişyarên li ser firehbûna şer, ev gera wî li herêmê ji Cotmehê ve ya 5ˊan e. Her wiha rageşiya di navbera Washington û hêzên alîgirên Îranê de ya li ser kuştina leşkerên amerîkî zêde bûn.

Washington hewl dide beriya hilbijartinên li DYA’yê di dan û standinên bidawîkirina şerê Hemas û Îsraîlê de û di normalîzakirina têkiliyên dewletên Ereban û Îsraîlê de pêşketinekê bi dest bixe.

(fr)