‘Peyama birêz Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn, derfeteke dîrokî ye’

Însiyatîfa Iraqî ya Azadiya Ocalan bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê peyamek parve kir û got: “Însiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk ya ku ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin, ji bo bi dawî kirina yek ji pirsgirêkên demdirêj ên Rojhilata Navîn, derfeteke dîrokiye.”

‘Peyama birêz Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn, derfeteke dîrokî ye’
1 îlon, 2025   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Iraqî ya Azadiya Ocalan bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê peyamek parve kir. 

Peyama Însiyatîfa Iraqî ya Azadiya Ocalan wihaye:

Însiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk ya ku ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye pêşniyarkirin, ji bo bi dawî kirina yek ji pirsgirêkên demdirêj ên Rojhilata Navîn, derfeteke dîrokiye.

Ger bi awayek rast were bicihanîn wê guhertinên bingehîn çêbin, aştî û aramî vegerîne Tirkiye, Iraq û tevayî herêmê.

Bi boneya roja aştiya cîhanê em carek din dibêjin ku çareseriya aştiyane take rêye ji bo avakirina siberojek baştir a ji bo nifşên nû. însiyatîfa birêz Ocalan a ‘Aştî û civaka demokratîk’ nûnertiya guhertinek baş ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û nakokiyên din ên herêmî dike.

Ev banga aştîxwaz ku nûnertiya guhertinek cewherî dike û xebata çekdarî diguherîne bo xebata siyasî û dîplomasî, li ser bingehê ramaneke felsefiya kûr avabûye ku armanca wê pêkanîna aştiya mayînde ya li tevayî herêmê ye.

Pîvanên însiyatîfa aştî û civaka demokratîk di guherîna têkoşîna çekdarî ya ji bo têkoşîna siyasî de pêktê. Niha pêwîstiya vê pêvajoyê ji bo rewabûna mafan bi amrazên siyasî û yasayî heye. Ev guhertin nûnertiya serkeftineke dîrokî dike ku wê dawî li şerê çekdarî yê çil salan bîne.  Her wiha civaka demokratîk wek alternatîfek ji bo desthilatên netew-dewlet jî tê dîtin.

Tişta ku vê înîsiyatîfê cuda dike modela xurtkirina entegrasyona di civakek demokratîk de ye ku şert û mercên ji bo jiyana hevbeş a hemû pêkhateyên netewî û olî ava dike.

Ev model tekeziyê li ser beşdarbûn û pirrengiya li ser bingehê teoriya netewa demokratîk dike, neku aakirina dewlet-netewek nû. Ev jî dihêle ku civakek pirreng wek civaka Iraqê yan jî welatek din ên Rojhilata Navîn guncawtir be.”