’Em bi hêza Rêbertî ya pêkanîna serkeftinê bawer in’

Rewşenbîr û siyasetmedarên Helebê diyar kir ku ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan li dijî berjewendiyên pergalên serdest in û got, "Rêber Abdullah Ocalan dikare şer rawestîne, aştiyê pêş bixe û nexşeyeke nû ji bo Rojhilata Navîn saz bike ku mafên tevahî pêkhateyên wê mîsoger bike."

’Em bi hêza Rêbertî ya pêkanîna serkeftinê bawer in’
24 sibat, 2025   02:45
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Siyasetmedar û rewşenbîrên ji Helebê îdiayên dewleta Tirk ên der barê aştiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd de bêyî serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan derewandin û got ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan kilîta yekane ya çareseriyê ye.

Hevserokê Meclisa PYD’ê ya Helebê Selah Sîno bi bîr xist ku PYD’ê fikrên Rêber Abdullah Ocalan dipejirîne û got: "Rêbertî jiyana xwe ji bo gelê xwe veqetandiye. Ev jî duristbûna ramanên wî nîşan dide. Rêbertî kesê yekane ye ku dikare çareseriyeke rasteqîn ji pirsgirêka Kurd re peyda bike."

Selah Sîno da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan hewl  dide pergala heyî ya li ser esasê çewisandina mafên pêkhateyan hatiye avakirin, biguhere û şoreşeke durist a guhertin û pêşxistina neteweya Kurd û avakirina civakeke azad li dar bixe.

Sîno îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk a dagirker pirrengiya ku Rêber Abdullah Ocalan dixwaze red dike û bi siyasetên xwe yên çewisandinê yên li hemberî neteweyên ne Tirk ve girêdayî ne. Sîno da zanîn ku dewleta Tirk heya niha pergala îşkence û qirkirinê didomîne.

Selah Sîno diyar kir ku PYD’ê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in û got: "Dirûşma ’Bê Serok jiyan nabe’ hewcedariya tevahiya cîhanê bi ramanên wî nîşan dide. Tevî mercên zehmet ên di girtîgehê de ramanên Rêber Apo ji gelan re bûne îlham."

Sîno destnîşan kir ku eger dewleta Tirk siyasetên xwe neguhere dê talukeyê jê re bîne. Her wiha da zanîn ku rêya xilaskirina wê ji vê talukeyê projeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Selah Sîno bal kşand ser ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û ev nirxandin kir "Ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbata serketina ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên jiyana navxweyî ya di navbera hemû pêkhateyan de ye. Em hêvî dikin ku ev ezmûn li deverên din ên Sûriye û Rojhilata Navîn pêk were."

Berdevka Komîteya Têkiliyan a Jinan a PYD’ê Gulîstan Şêxo jî diyar kir ku pergalên serdest ramanên Rêber Abdullah Ocalan wekî tehdîdekê li ser berjewendiyên xwe dîtin û ji ber vê yekê ew revandin û xist girtîgeha Îmraliyê.

Gulîstan Şêxo da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeh veguherand akademiya ramanên azad û got, komploya bi armanca birîna dengê Rêber Abdullah Ocalan hatibû sazkirin têk çû.

Gulîstan ji ber lîstokên dewleta Tirk a dagirker hişyarî da û ev li gotinên xwe zêde kir: "Êrişên wê yên leşkerî yên li ser herêmê û daxwazên wê yên hevdîtinê bi Rêbertî re nîşaneya komployeke din e. Li ser vê yekê divê pêvajoya heyî baş were fêmkirin da  ku serkeftin û azadiya Rêbertî pêk werin."

Hevserokê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat jî der barê mijarê de diyar kir ku şerê heyî yê li Rojhilata Navîn şerê fikir û projeyan e.

Ehmed Bîrhat destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide sûdê ji valahiya siyasî werbigire da ku siyasetên xwe yên çewisandinê zindî bike. Her wiha bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan nexşeyeke nû ji bo Rojhilata Navîn pêşkêş dike û got: "Kurdan xwe bi fikrê Rêbertî ve bi çek kirine, ev yek jî dê azadiya wan mîsoger bike û dê dengê aştî û ramanê ji dengê gule û çekan bilindtir bike."

(bb)

ANHA