Bîlançoya şerê li Xezayê: 43 hezar kuştî

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku hejmara kuştiyên şerê Îsraîlê û Hemasê bûye 43 hezar û 374.

Bîlançoya şerê li Xezayê: 43 hezar kuştî
4 mijdar, 2024   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di 24 saetên dawîn de 33 kuştî û 159 birîndar ji nexweşxaneyan re hatine veguhestin.

Li gorî wezaretê, ji 7ˈê Cotmeha 2023ˈyan ve (destpêka şerê Îsraîl û Hemasê), 43 hezar û 374 kes di şer de hatine kuştin û 102 hezar kes jî birîndar bûne.

Wezaretê di rapora xwe ya rojane de da zanîn ku artêşa Îsraîlê 3 komkujiyên din pêk anîne û destnîşan kir ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan û li ser rêyan asê mane, lê ambulans û tîmên parastina sivîlan nikarin xwe bighînin wan.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên ji Xezayê, ji ber dorpêça artêşa Îsraîlê ku mehek e li ser Xezayê didome hezar û 800 kes mirine û 4 hezar jî birîndar bûne, bi sedan kes winda ne û nexweşxane û binesazî wêran bûne.

(bb)