‘Guleya plastîkê serê min ket’

Welatiyê ku dema li Wanê di dema çalakiya li dijî qeyûman de di rê de derbas dibû bi guleya plastîk a polîsan birîndar bû got: "Ez derbas dibûm, guleya plastîkê bera serê min ket. Şîdet ne çareserî ye.”              

‘Guleya plastîkê serê min ket’
4 mijdar, 2024   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dema çalakiya li dijî qeyûman a li Kolana Sanat a Wanê ya bakurê Kurdsitanê  de welatiyekî ku derbas dibû rastî tundiya polîsan hat.

Welatiyê ku ji aliyê polîsan ve bi guleya plastîk birîndar bû wiha got: “Ez derbas dibûm bi guleya plastîk bera serê min dan. Min tiştek nekir, êrîş nekir, ez tenê di rê de dimeşiyam. Şîdet ne çareserî ye. Ez ê serlêdana sûc bikim."