Li Qamişloyê turnuvaya kickboksê ya jinên ciwan li dar ket

Meclisa Werzişê ya Kantona Cizîrê turnuvaya vekirî ya kickboksê ya jinên ciwan li dar xist.

22 mijdar, 2024   16:01
QAMIŞLO

Meclisa Werzişê ya Kantona Cizîrê li Stadyuma Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo turnuvaya vekirî ya kickboksê ya jinên ciwan (9-17 salî) li dar xist.

Turnuva di çarçoveya plansaziya xebatên Meclisa Werzişê yên îsal de ye.

Di turnuvayê de 4 tîmên ku ji 26 lîstikvanan pêk dihat, ji bo serketina şampiyonayê ketin pêşbaziyê.

Di pêşbaziya şampiyonayê de Tîma Qelet El Beyda bû yekemîn, Tîma Çiya bû duyemîn û Tîma Şutukan bû sêyemîn.

Şampiyona bi xelatkirina tîman bi dawî bû.

Meclisê turnuvaya kickboksê ya zarokên kurîn (13-15 salî) destpêka meha Cotmehê de li dar xistbû.  

(bm)

ANHA