Bîlançoya dawî ya erdheja Venezûelayê hat ragihandin

Hejmara kesên di her du erdhejên roja 24’ê Hezîranê li Venezûelayê mirine, gihişt 2 hezar û 645 kesan.

Bîlançoya dawî ya erdheja Venezûelayê hat ragihandin
4 tîrmeh, 2026   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Enformasyonê ya Venezûelayê li ser bîlançoya dawî ya erdhejên roja 24’ê Hezîranê Venezûelayê hejandîn de, daxuyaniyek belavk kir.

Hate ragihandin ku di erdhejên bi pileya 7.2 û 7.5’an de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 2 hezar û 645.

Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 12 hezar û 666 kes birîndar bûne û nêzî 15 hezar kes jî bê xanî mane.