Buhayê ampêran li Hesekê biha nebûye

Komîteya Jeneratoran a Hesekê diyar kir ku buhayê amperên 15 hezar lîre ye û zêde nebûye. Her aşkera kir ku mazot li zêdetirî 500 jeneratoran tê belavkirin.

 Buhayê ampêran li Hesekê biha nebûye
4 tîrmeh, 2026   12:11
HESEKÊ

Komîteya Jeneratoran a Şaredariya Gel a Hesekê diyar kir ku buhayê ampêran ê ji bo jeneratorên elektrîkê, nehatiye guhertin.

Komîteyê ji ajansa me re diyar kir ku buhayê ampêran ê mehane ji bo 8 saetên elektrîkê di rojê de, 15 hezar lîre ye. Her wiha aşkera kir ku xwediyên jeneratorên ku ji buhayê diyarkirî derbas bibe, dê rastî ceza û berpirsyariya qanûnî were.

Komîteyê da zanîn ku ew li ser bingeha bernameyeke xebatê ya rojane ya 8 saetan, mazota bi piştgirî li zêdetirî 500 jeneratoran li bajarê Hesekê lîtreya wê bi buhayê 525 lîreyan belav dike.

(k)

ANHA