Bijîşkên Sînornenas: Îsraîl li Xezayê avê wek çek bi kar tîne

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas diyar kir ku Îsraîlê binesaziya av û paqijiyê li Xezayê hema hema bi tevahî wêran kiriye û bal kişand ser siyaseta Îsraîlê ya bêparkirina xelkê Xezayê ji avê.

Bijîşkên Sînornenas: Îsraîl li Xezayê avê wek çek bi kar tîne
28 nîsan, 2026   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) îro hişyarî da ku Îsraîl bi zanebûn gelê Xezayê ji avê bê par dike. MSF'ê "cezakirina komî" li dijî filistîniyan şermezar kir.

Di raporê de daneyên ji Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê û Banka Cîhanê hebûn ku nîşan didin Îsraîlê bi qasî ji sedî 90`ê binesaziya av û paqijiyê li Xezayê wêran kiriye yan jî zirar dayê.

Rêxistinê diyar kir ku wêrankirina binesaziya avê ya sivîl li Xezayê, li gel astengkirina gihaştina wê, bi hev re veguheriye "qirkirina ku ji hêla Îsraîlê ve li Xezayê tê kirin".

Rapora ku xwe dispêre şahidî û daneyên ku ji hêla rêxistinê ve di navbera salên 2024 û 2025`an de hatine berhevkirin, hişyarî da ku ev hemû "şert û mercên jiyanê yên wêranker û nemirovane li ser xelkê Xezayê ferz dike."

Rêvebera rewşên awarte ya rêxistinê Claire San Filippo, di daxuyaniyekê de got "rayedarên Îsraîlê dizanin ku jiyan bê av bi dawî dibe."

Filippo got: "Lê wan bi zanebûn û bi awayekî sîstematîk binesaziya avê ya Xezayê wêran kiriye, di heman demê de rê li ber têketina pêdiviyên têkildarî avê digirin."

MSF`ê bang li Îsraîlê kir ku "di cih de avê ji bo gelê Xezayê peyda bike" û ji hevalbendên xwe xwest "bandora xwe bi kar bînin û zextê li Îsraîlê bikin da ku astengkirina xwegihandina alîkariyên mirovî ji bo kesên hewcedar rawestîne.”

(k)