Bijîşkan bal kişandin ser şertên Îmraliyê yên li ser tenduristiyê

Bijîşkên li Kobanê destnîşan kirin ku şertên zindanê bandorek neyînî li ser tenduristiya mirovan çêdike û bibîr xistin ku Rêber Abdullah Ocalan jî ev 26 sal e di şertên tecrîdê de ye, lewma divê di demeke kurt de azadiya wî ya fizîkî pêk were.

Bijîşkan bal kişandin ser şertên Îmraliyê yên li ser tenduristiyê
5 hezîran, 2025   06:55
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Endama Meclisa Tenduristî ya Bajarê Kobanê Nêsrîn Şêxo, bijîşk Mihemed Arif Elî û Tewfîq Şêx Ehmed der barê pergala Îmraliyê û bandora wê ya li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de ji ANHA’yê axivîn. 

Nesrîn Şêxo da zanîn ku zindan bandorek neyînî li ser tenduristiya insanan çêdike û got: "26 sale Rêber Apo di zindanê de ye. Ev jî bendorê li ser fîzîka Rêber Apo dike.” Nesrîn Şêxo bang li hêzên navnetewî û saziyên mafên mirovan kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bikevin nava tevgerê.  

Bijîşk Mihemed Arif Elî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan 26 sale di zindana Îmraliyê de ye û wiha axivî: “Em nizanin rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye. Hem zindan hem jî tecrîd heye, lewma ev bandorek neyînî çêdike. Zindan bandorê li ser çav, pişt, ling, nefes û xwînê çêdike. Divê tavilê azadiya fizikî ya Rêber Apo pêk were.

Bijîşk Tewfîq Şêx Ehmed jî xwest ku lijneyek tenduristiyê ya navneteweyî bê avakirin û biçe Îmraliyê rewşa Rêber Abdullah Ocalan bişopîne.  

ANHA