Bi dehan leşkerên Îsraîlê bi ser taxek Quneyterayê de girtin

Hêzên Îsraîlê ku ji nêzî 50 leşkeran pêk tê, bi ser taxek başûr a bajarokê Cubata El Xeşeb ê gundewarê bakurê Quneyterayê de girt, tax dorpêç kir û malên welatiyan kontrol kirin.

Bi dehan leşkerên Îsraîlê bi ser taxek Quneyterayê de girtin
4 hezîran, 2025   21:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), dewriyeyek hêzên Îsraîlê vê sibehê bi ser taxeke başûr a bajarokê Cubata El Xeşeb ê gundewarê bakurê Quneyterayê de girt.

SOHR’ê anî ziman ku di vê operasyonê de nêzî 50 leşkerên Îsraîlî beşdar bûn. Hêzan tax bi temamî dorpêç kir, gelek mal bi hincetên lêgerîna li çekdan kontrol kirin, her wiha sekvan li herêmê belav kirin. Wê yekê hişt ku niştecihên taxê bi hêrs û tevlihev bibin.

Hat destnîşankirin ku ev bûyer ne ya yekemîn e, di 2’yê Hezîranê de dewriyeyek Îsraîlî bi 3 wesayîtên leşkerî derbasî gundê Mişêrfê yê gundewarê Quneyterayê bû.

Li gorî agahiyan, di vê dewriyeyê de hêzan gelek sivîl girtin û teftîş kirin.

(fr)