Ji Koma Keçikan heta Konfederaliya Demokratîk a Jinan

Di dîroka tevgera azadiyê de xebatên konfederalîzma demokratîk a jinan di gelek pêvajoyan re derbas bû, ji Koma Keçikan dest pê kir û bi damezirandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) didome.

Ji Koma Keçikan heta Konfederaliya Demokratîk a Jinan
5 hezîran, 2025   03:35
NAVENDA NÛÇEYAN
HÊLÎN EYLÛL

Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de bi rêya şandeya DEM Partiyê banga dîrokî ya bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û ji PKK’ê xwest kongreyê pêk bîne û xwe fesih bike. Rêber Abdullah Ocalan di banga dîrokî de got: “Sedsala duyemîn a komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekiitî û berdewamiyekt mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e. Di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.”   

Li ser bangê li tevahiya Kurdistan û cîhanê, nîqaş û nirxandinan dest pê kir. PKK’ê 1’ê Adarê agirbest ragihand, di navbera 5-7'ê Gulanê de jî kongreya xwe ya 12’an li dar xist û fesihkirina partiyê ji raya giştî re aşkera kir. 

1976 KOMA KEÇIKAN:

Piştî sala 1974’an keçikên şoreşger ên ku cihê xwe di pêvejoya koma PKK’ de beşdarî xebatên rêxistinkirin, perwerde û propagandayê bûne. Ji aliyê Rêber Abdullah Ocelan ve wek koma keçikan tê binavkirin. Pêvajoya ku komê û ya partibuyînê de koma keçikan di nava gel de xebatên pir girîng didin meşandin. Li bajarên wek Dersim, Elazıx, Maraş, Antep, Bîngol, Varto, Urfa, Serhat, Enqerê û pir bajar û gundan xebatên rêxistinkirin, perwerde dan meşandin. Taybet li bajarên Kurdistanê û gundewarên wê de jinên ku cihên, wek fabrîqeyan de kar dikin ji bo wan rêxistin bikin û pêşxistina firkîr de xebat dane meşandin.

26-27 MIJDARA 1978’AN: AVABÛYINA PKK’Ê

Li gundê Fîsê yê Licê ya Amedê bi kongryekê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hat damezirandin. 25 delege tên diyarkirin ji bo beşdarî kongreyê bibin, lê 22 delege beşdar dibin. Di yekemîn kongreya PKK’ê de 2 delegeyên jin; Sakîne Cansiz û Kesîre Yildirim beşdar dibin.

Piştra jî Sakîne Karakoçan, Besê Anuş, Sultan Yavuz, Rahîme Kahraman, Hanim Yaverkaya, Sakîne Kirmizitoprak, Saîme Aşkin û bi hezaran jin bi PKK’ê re ji bo azadiyê tê koşiyan û di warê civakî, rêxistinî û siyasî de xwe bi rêxistin kir.

BIRÊXISTINBÛNA JINÊN KURD

Di kongreya sêyemîn a PKK'ê de biryara birêxistinkirina xweseriya jinan hat dayîn. Piştî amadekariyên destpêkê di navbera 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdara 1987’an de li bajarê Hannover ê Almanyayê kongreya yekemîn bi beşdariya 80 delegeyan Yekitiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê (YJWK) hat avakirin.

Di 1’ê Mijdara 1993’yan de bi telîmata ku Rêber Abdullah Ocalan şandibû, hêza jinan dest bi pêvajoya avakirina artêşa xwe kir.  Di pêvajoya derbasbûna artêşê de jinan bi birêxistinbûna leşkerî ya xweser û avakirina baregehên xweser dest pê kir, piştre derbasî çalakiyên leşkerî bûn.

ADARA 1995’AN: KONGREYA JINAN A YEKEMÎN Û DAMEZIRANDINA YAJK'Ê

Di 8'ê Adara 1995’an de kongreya yekemîn a jinan li herêma Golka ya Metînayê hat lidarxistin. Di kongreyê de avabûna Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) hate îlankirin û meclisa yekemîn a jinan hat hilbijartin. Bi damezirandina artêşa jinan re (1995) re gaveke girîng hate avêtin û ezmûnek girîng hate bidestxistin. Pêvajoya avakirina meclisê coş û kelecaneke mezin da jinan. YAJK’ê bi awayekî rasterast di bin banê felsefe û bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan de xebatên xwe ji nû ve pênase kirin û xwe bi rêxistin dikir. YAJK bû nasnameya îdeolojîk û rêxistinî ya jinan.

Rêber Abdullah Ocalan rêgezên YAJK'ê wek welatparêzî, şerkerî, rêxistinî û têkoşeriyê ava kirin. Rêxistina YAJK’ê ji tecrubeyên artêşbûna jinan bi pêş ket.

ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINAN

Rêber Abdullah Ocalan di 8’ê Adara 1998’an de di programeke Med TV’yê de Îdeolojiya Azadiya Rizgarkirina Jinan îlan kir.

Têkoşer û şoreşgera mezin Sema Yuce, di 21'ê Adara 1998'an de dema li girtîgeha bajarê Çanakkaleyê dilgirtî bû, li dijî polîtîkayên tunekirin û komkujiyê yên li ser hebûna gelê Kurd dihatin ferzkirin çalakiyek pêk anî. Sema Yuce ya li dijî polîtîkayên dewleta Tirk a li ser Kurdan bedena xwe da ber agir û got “Ez dixwazim laşê xwe bikim pireke ji agir ku ji 8’ê Adarê heta digihêje 21’e Adarê.” Sema Yuce di 17'ê Hezîrana 1998'an de şehîd bû.

Rêber Abdullah Ocalan ev yek wek Îdeolojiya Rizgariya Jinan formule kir. Di 8’ê Adara 1998’an de rêgezên bingehîn ên şoreşa civakî bi pêşengiya jinan Îdeolojiya Rizgariya Jinan da diyarkirin. Rêgezên bingehîn ên Îdeolojiya Rizgariya Jinan; welatparêzî, fikir, îradeyekî azad tevlêbûna jiyanê, birêxistinbûn, têkoşîn, etîk û estetîk bûn. Di pratîkê de ev prensîb bi armancên azadiya jinan, guhertin-veguherîna mêran û veguhertina civakê hatin rastkirin.

JIN Û PARTÎBÛN

Pratîka li ser bingehên Îdeolojiya Rizgariya Jinan hatiye avakirin, 1-12 'ê Adara 1999'an bi damezirandina Partiya Jinên Karkerên Kurdistanê (PJKK) hat avakirin. Yekemîn partiya jinan bû destpêka bidestxistina perspektîfeke nû di pirskirina pergala şaristaniya serdest a mêran û hemû şêwe û pêkanînên wê de.

PJKK'ê di navbera 29’ê Tîrmeh-21 Tebax 2000’î de kongreya sêyemîn li dar xist û navê xwe kir (Partiya Jinên Azad (PJA).  PJA’yê dîsa wek akademiya jinên azad bi avakirina akademiyên jinan bi taybet Akademiya Zeynep Kinaci kûrkirina îdeolojîk a hêza jinan bi pêş bixe, hate avakirin.

Rêber Abdullah Ocalan ku geşedanên dîrokî û şaristaniya dewletparêz a navendî, krîz û kaosa heyî nirxandine diyar dikir ku demokrasiya Ewropayê ji vê krîz û kaosê derneketiye, li ser vê bingehê pêwîstî bi pêşketineke nû ya şaristaniya demokratîk heye. Her wiha destnîşan dike ku dibêje ev yek dikare li Rojhilata Navîn bi çareseriya pirsgirêka Kurd bi formula “Kurdistana Azad-Rojhilata Navîn a Demokratîk” bi pêş bikeve.

HÊZA PÊŞENG A ÎDEOLOJIK

Di sala 2004’an de biryar hat dayîn ku navê PJA’yê bibe Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK). Rêber Abdullah Ocalan ji bo PAJK'ê got: "Partiyeke ku naveroka bîrdozî û felsefî çêke û kadroyên vê bîrdozî û felsefeyê perwerde bike, ji bo têkoşîna azadiya jinê pêwîst e Kadroyek ku ji bilî azadî û jiyana azad tu meyl û meyleke din a jiyanê tunebû pênase kir."  Rêber Abudullah Ocalan her wiha diyar kir ku "Her ku jina azad bi pêş dikeve û kesayeta wê derdikeve holê, civaka azad ava dibe" û bi vî rengî teoriya "Azadiya civakê bi azadiya jinê pêk tê" danî.

RÊXISTINA KONFEDERAL A JINAN

Di 20’ê Nîsana 2005’an de di bin sîwana rêxistina Koma Jinên Bilind (KJB) de hem rêxistinên jinan ên ji çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li derveyî welat di nav xwe de digire, Rêxistina Konfederal A Jinan hate avakirin. Modela rêxistinî ya KJB’ê di qada bîrdozî de PAJK’ê, di qada girseyî de YJA’ê, di qada parastina rewa de YJA-Star û rêxistinên jinên ciwan cih digire.

Di 15-22’yê Îlona 2008’an de kongreya PAJK’ê bi şîara ‘Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e’ weke platformekê tê lidarxistin. Peymaneke xurt a ku bi azadiya jinan, azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye û di azadiya Rêber Apo de birêxistin dike, derdixe holê. Kongre bi nîqaşkirina pirsgirêkên bîrdozî yên di têkoşîna azadiya jinê de û biryarên hatine girtin bi dawî bû.

ARMANCA XWEGIHANDINA HEMÛ JINÊN CÎHANÊ

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) di sala 2014’an de bi armanca avakirina rêxistinbûyîna konfederal a demokratîk a jinên Kurdistanê, weke îfadeya şênber a rêxistina jinan a heyî hate îlankirin.

KJK bi amadekirina peymana civakî ya jinan, xebatên ji bo pêşxistina rêxistinên jinan li ser bingeha pîvanan pêk anî. KJK’ê ku veguhertina zîhniyetê di eksena têkoşîna xwe de cih girtiye, gihandina Îdeolojiya Rizgariya Jinan ya li ser tevna civakî û di demokratîkkirina civakê de xwerêxistinkirina jinê re rol û mîsyon daye xwe. KJK xwe ji afirandin û pêkanîna siyaseta yekitiya neteweyî ya demokratîk li ser esasê rêxistina konfederal ya demokratîk a jinan berpirsyar dibîne.

ANHA