Bihayê petrolê ji sedî 5 zêdetir daketiye

Îro bihayê petrolê yê cîhanî ji sedî 5 zêdetir daketiye, hemwextî wê geşbînî heye ku herikîna keştiyan bi rêya Tengava Hurmuzê berdewam bike.

Bihayê petrolê ji sedî 5 zêdetir daketiye
26 hezîran, 2026   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, bihayê petrolê yê cîhanî îro ligel geşbîniya berdewama trafîka keştiyan bi rêya Tengava Hurmuzê re, baş daketiye.

Petrola Brent ku petrola xam a cîhanê ye ji sedî 5 zêdetir daket û her bermîlek gihîşt derdora 71.50 dolarî, di heman demê de petrola xam a West Texas Intermediate ya Amerîkî bi qasî ji sedî 4.5 daket û her bermîlek 69 dolar e hatiye tomarkirin.

Kêmbûna bihayan ji ber kêmkirina fikarên li ser qutbûna dabînkirina petrolê ya bi rêya Tengava Hurmuzê pêk hat. Ev tengav yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yê bazirganiya enerjiyê ya cîhanê ye. Her wiha hêvî heye ku tevî tengasiyên herêmî jî, herikîna keştiyan berdewam bike.

(fr)