Repbêj Serhedo li Amedê hat destgîrkirin

Repbêj Serhedo yê ku ji bo Mitînga Azadiyê derkeve li ser dikê hatiye Amedê, hat destgîrkirin.

Repbêj Serhedo li Amedê hat destgîrkirin
26 hezîran, 2026   19:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Repbêj Serhedo piştî demeke dirêj ji bajarê Hannoverê yê Almanyayê bi balafirê îro hat Amedê. Serhedo piştî ji balafirgehê daket ji bo xwarinê çû loqenteyek li bajêr. Dema Serhedo ji loqenteyê derketiye derdorê saet 16:20an ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.

Polîsan Serhedo birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Tê payîn Serhedo dê piştî karûbarên îfadeyê sewqî edliyeyê were kirin.