Gelê Firatê şehîd Zîlan bi bîr anî

Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê, li Qada Şehîd Egîd xwedawenda jin şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) bi mîtîngekê hat bibîranîn.

Gelê Firatê şehîd Zîlan bi bîr anî
Gelê Firatê şehîd Zîlan bi bîr anî
Gelê Firatê şehîd Zîlan bi bîr anî
Gelê Firatê şehîd Zîlan bi bîr anî
Gelê Firatê şehîd Zîlan bi bîr anî
Gelê Firatê şehîd Zîlan bi bîr anî
Gelê Firatê şehîd Zîlan bi bîr anî
Gelê Firatê şehîd Zîlan bi bîr anî
30 hezîran, 2025   21:59
KOBANÊ

Şehîd Zîlan di 30’ê Hezîrana 1996’an de li dijî artêşa Tirk çalakiyek fedaî kir. Îro gelê kantona Firatê şehîd Zîlan di salvegera 29’an a şehadeta wê de, ew bi mîtîngekê li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê, bi bîr anî.

Di mîtîngê de şêniyan wêneyên Rêber Apo û wêneyên şehîd Zîlan hildan.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê, Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Zozan Bekir axivî û got: "Em ê xeta Zîlan bi rihê jina azad bighînin lûtkeyê. Zîlan ji jina Kurd re pêşenga azadiyê ye. Em jî weke jin soz didin ku em ê xeta Zîlanan bighînin asta serkeftinê û bighînin lûtkeya jor. Weke Rêber Apo jî gotiye, ‛Projeya ku min ji jin re nîvçe hiştibû, temam bûye, ji lewra jî em ê bi rihê Zîlanan teqez bi ser bikevin e’."

Dûra jî ji aliyê TEV – ÇAND’ê û Hîlala Zêrîn stranên şoreşgerî hatin gotin. Her wiha hunermend Fatme ji bajarê Helebê tev li çalakiyê bû û stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Şahî bi pêşkêşkirina huneran ji hêla komên hunerî ve bi dawî bû.

(sş/fr)

ANHA