Bi rêya videyoyan xwe fêrî pîşeya dartiraşiyê kir

Li bajarê Til Birakê, ciwanekî bi rêya videoyan,  xwe fêrî pîşeya dartiraşiyê kir û xewa xwe pêk anî.

Bi rêya videyoyan xwe fêrî pîşeya dartiraşiyê kir
Bi rêya videyoyan xwe fêrî pîşeya dartiraşiyê kir
Bi rêya videyoyan xwe fêrî pîşeya dartiraşiyê kir
Bi rêya videyoyan xwe fêrî pîşeya dartiraşiyê kir
Bi rêya videyoyan xwe fêrî pîşeya dartiraşiyê kir
7 nîsan, 2025   07:25
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Berî salekê, Ebdurehman El Ezab ê 36 salî, ji bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi fêrbûna pîşeya dartiraşiyê kir. El Ezab biryar da ku bi rêya videyoyên li ser internetê xwe fêr bike.

El Ezab der barê  pêvajoya fêrbûnê de got: "Min bi rêya vîdeyoyên perwerdehiyê li ser YouTube dest bi hînbûna dartiraşiyê û çêkirina mobîlyayê kir, ji ber ku gelek kenal hene ku di vî warî de bi awayekî hêsan û têgihîştî dersan didin. "

Bi demê re, El Ezab karîbû projeyên hêsan pêk bîne  û ezmûn û jêhatîvûna xwe pêş bixe. Piştî ku di karê xwe de hinekî pêşket biryar da ku alavên pêwîst bikire û dest bi projeya xwe ya dartiraşiyê bike da ku ev kar bibe jêdera debara wî ya sereke, li kêleka karê wî yê berê yê dîkor û boyaxiyê.

PÊŞXISTINA AMÛRAN Û PROJEYÊN WÎ YÊN SIBEROJÊ

Ebdurehman El Ezab dibêje ku dartiraşî pîşeyeke berfireh e û karekî afirînerî ye, ji ber vê yekê pêwîstî bi alavên cûrbecûr heye. Her wiha diyar kir ku hin alavên wî hene, hin jî hîna bidest nexistine.

Ebdurehman El Ezab tekez kir ku kesên vî karî dikin hewceyî hînbûn û fêrbûna domdar in da ku karibin têkevin bazarê û berhemên xwe pêşkêş bikin.  El Ezab hêvî dike ku rojekê bikaribe projeya xwe bi pêş bixe û li seranserê herêmê were naskirin da ku karibe dahata malbata xwe zêde bike û xizmetên baştir pêşkêşî civakê bike.

ŞÎRETA JI BO CIWANAN

Ebdurehman El Ezab di dawiya axaftina xwe de peyamek ji ciwanên bajarê xwe û ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re da û got: "Pêşeroj li pêşiya we vekirî ye, bi rêya xweperwerdekirinê hûn dikarin pir pîşeyan fêr bibin. Bila astengiyên jiyanê rê li ber xewnên we negirin, zehmetî çi bin jî hûn dikarin xewnên xwe pêk bînin."

(k)

ANHA