Dayik û cotkara jêhatî ji bo jiyaneke birûmet tê dikoşe

Li nav zeviyeke çandiniyê ya gundewarên Reqayê, dayikeke kedkar çîroka têkoşîna xwe ya jiyanê xêz dike, ku ji bo malbata xwe jiyaneke birumet peyda bike.

7 nîsan, 2025   03:45
REQA
DÎMA MIHEMED

Fatme El Necim di nava malbata xwe ya ku ji 5 zarokan pêk tê de dijî û bi vîneke mezin ji bo jiyanê tê dikoşe.

Di sala 1990’î de, Fatme rastî qezayeke biêş hat ku di encamê de destê wê şewitî û seqet bû. Ev birîn ne tenê êşeke laş bû, lê belê dijwariyek bû ku hişt ew li jêhatîyên xwe bigere ji nû ve bibîne û adeptayî rewşa xwe ya nû be.

DESTPÊKA TÊKOŞÎNÊ

Her sibe, Fatme (50) berî hilatina rojê şiyar dibe, amûrên xwe xwe yên çandiniyê hildigire û diçe zeviyên gundê xwe Kisra Şêx El Cumaa ku 7 kîlometre dûrî bajarê Reqayê ye. Ew bi saetên dirêj di bin tava germ û sermaya dijwar de dixebite, erdê dikole, tov diçîne û berheman diçine, ne xema êşa destê xwe yê birîndar, ne jî westana laşê xwe yê westayî ye. Tevî ku dahata karê wê kêm e jî, lê xwe paşde nakişîne, ji ber ku di dawiya rojê de çavên zarokên wê li benda wê ne.

Hevserê Fatme nexweş e û gurçikeke xwe ji dest daye, lewma nikare bixebite, Fatme jî  bi karên xwe debara zarokên xwe dike.

ZAROKA WÊ YA BIÇÛK JÎ NEXWEŞ E

Ji bilî têkoşîna ji bo debara malbata xwe, Fatme êşeke din jî dikişîne, ew jî êşa zaroka wê ya herî biçûk e, ku bi nexweşiya derengmayîna mezinbûnê ketiye û hewcedarî lênêrîna taybet û xwarina guncaw e. Tevî vê jî, Fatme ji bo peydakirina dermankirin û lênêrînê çi ji destê wê tê dike, bi hêviya ku derfetek ji bo jiyaneke baştir bide keça xwe ya biçûk.

PEYAMA HÊVIYÊ

Çîroka Fatme ne tenê çîrokek takakesî ye, lê belê peyamek e ku wateyên biryardarî û têkoşînê nîşan dide. Ew diyar dike ku jin dikarin şert û mercên herî dijwar jî derbas bikin û destkeftiyan pêk bîne. Fatme ne tenê jineke cotkar e, ew her wiha sembola têkoşînê û dayikek mezin e ku ji bo jiyaneke baştir ji bo malbata xwe tê dikoşe, ye.

(k)

ANHA