’Operasyona li Kampa Roj armancên xwe bi cih tîne’

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Lema Semîr Îsmaîl diyar kir ku operasyona ewlehiyê ya li Kampa Roj karibû rê li ber reva malbatên DAIŞ’ê ji kampê bigire, cîhazên eleketronîk û pêdiviyên perwerdehiyê yên li ser fikrê tundraw desteser bike.

’Operasyona li Kampa Roj armancên xwe bi cih tîne’
7 nîsan, 2025   02:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ- RÊNAS REMO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi desteka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 5’ê Nîsanê  li Kampa Roj a li Dêrikê ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dan destpêkirin. Operasyona ku dewam dike piştî zêdebûna hewldanên reva ji kampê û kiryarên kuştinê hat ragihandin.

Têkildarî rêveçûna operasyonê û encamên ku heya niha bi dest xistine, ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin Lema Semîr Îsamîl ji ajansa me re axivî.

Lema diyar kir ku operasyona bi pêşengiya jinan bi hêz û awayekî çalak didome û got, di her du rojên destpêkê yên operasyonê de, pirtûk, miqdarek pere û hin amûrên elektronîk ên ku fikrên tundaw di nav jin û zarokan belav dikin de, hatin desteserkirin.

Lema Îsamîl bi bîr xist ku di demên dawîn de tevgerên çeteyên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê zêde bûne û got: "Ev yek moral dide malbatên wan ên li kampê û dibe sedema zêdebûna hewldanên wan ên reva ji kampê û derxistina tevliheviyan."

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku jin û zarokên DAIŞ’ê yên li kampê hîna bi fikrên tundraw ve girêdayî ne.

Lema Îsamîl bal kişand ser rola pêşeng a jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev li gotinên xwe zêde kir: "Operaysona me ya ewlehiyê îsbat kir ku jin dikarin ewlehiyê bisepînin û di jîngehên pir tevlihev de jî guhertinê çêbikin. "

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn Lema Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew li hemberî hewlên derxistina tevliheviyê civakê biparêzin û got: "Ev ax bi xwîna şehîdan rizgar bûye, em ê nehêlin ewlehiya herêmê were xirabkirin."

(bb)

ANHA