Bi nêzîkbûna salvegera 5ʹan a dagirkirina Serêkaniyê meş

Bi nêzîkbûna salvegera 5'an a dagirkirina Serêkaniyê re, koçberên Serêkaniyê yên li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê bi meşekê dagirkerî şermezar kir û diyar kir ku ew heta derxistina dagirkeran û vegera li malên xwe têkoşîn û berxwedanê didomînin.

6 cotmeh, 2024   20:13
HESEKÊ

Bi nêzîkbûna salvegera 5'an a dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, koçberên Serêkaniyê yên ku li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê dimînin meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya dibistana kampa Waşûkanî dest pê kir û ber bi deriyê kampê ve bi rê ket.

Li wir endama Kongra Star Nûr Osman diyar kir ku dagirkirina Serêkaniyê berdewama komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û got: "Bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan û bi saya şervanên xwe me karibû li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk bisekinin."

Mamoste Îbrahîm Xelîl bi navê koçberên Serêkaniyê diyar kir ku rewşa koçberan li kampan dijwar e û bang li civata navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin û dagirkeriya wê bi dawî bikin.

Meşa li kampa Serêkaniyê jî ji deriyê kampê dest pê kir û ber bi qada kampê ve bi rê ket. Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Beşar Xeşo destnîşan kir ku salvegera dagirkirina Serêkaniyê ji wan re bûye êşek ku tenê bi vegera li xaka xwe derman dibe.

Xeşo bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku dagirkeriya li Serêkaniyê bi dawî bikin û dagirkeran ji seranserî xaka Sûriyeyê derxin.

Li ser nave Kongra Star endama Komîteya Kampa Serêkaniyê Îbtîhal Hemûd destnîşan kir ku di encama dagirkirina bajêr de zêdetirî 200 hezar sivîl koçber bûn û bi sedan jî bûn qurbanî, her wiha gelek binpêkirinên dermirovî hatin pêkanîn.

(mh)