Li Kobanê têkildarî komployê meşa dirêj û panel

Li rojhilatê Kobanê Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest bi meşeke dirêj li dar xist, her wiha di heman çarçoveyê de parêzeran paneleke diyalogê organîze kir.

Li Kobanê têkildarî komployê meşa dirêj û panel
Li Kobanê têkildarî komployê meşa dirêj û panel
Li Kobanê têkildarî komployê meşa dirêj û panel
Li Kobanê têkildarî komployê meşa dirêj û panel
Li Kobanê têkildarî komployê meşa dirêj û panel
Li Kobanê têkildarî komployê meşa dirêj û panel
Li Kobanê têkildarî komployê meşa dirêj û panel
6 cotmeh, 2024   19:13
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Firatê duh meşeke dirêj dabû destpêkirin. Meş ji bajarê Çelebiyê ku 50 kîlometre li başûrê rojhilatê Kobanê ye hat destpêkirin.

 Duh meş gihaşt gundê Xanik ê 30 kîlometre li başûrê rojhilatê Kobanê ye.

Di roja 2'yemîn de meşê ji gundê Xanik dest pê kir û heta bajarokê Şêranê 7 kîlometre rojhilatê bajêr dom kir. Sibe meş ber bi bajêr ve diçe û tev li meşa navendî ya li dijî komploya navneteweyî dibe.

Girêdayî wê, Yekitiya Parêzeran a kantonê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan semînerek da.

Semîner ji aliyê endamên Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Parastina Rêber Ocalan parêzer Şahîn Elî û parêzer Viyan Eyûb ve hat dayîn.

Di semînerê de hat destnîşankirin ku komplo beşek ji planên pergala cîhanî ye û Rêber Abdullah Ocalan rastiya qirêjiya vê pergalê da diyarkirin û ji deh salan ve ew ji bo rizgarkirina gelan ji vê pergalê, tê dikoşe.

(mh)

ANHA

kobanê