Bi hunerê; xwedîtin û xwenaskirin

Şêwekarên jin, îsal di festîvala jin de bi tabloyên xwe yên ku balê dikşînin ser xwenaskirinê û derxistina hêza jin a têkoşînê, xwestin hestên xwe yên hunerî bînin ziman.

Bi hunerê; xwedîtin û xwenaskirin
21 nîsan, 2025   11:58
QAMIŞLO

Şêwekarên jin ên bi navê Şînda Îsa (31) û Naya Îbrahîm (19) bi tabloyên xwe yên şîretkarî û rastiya jinan derdixin pêş , îsal beşdarî çalakiyên 10`emîn Festîvala Wêje û Hunera Jin a ku di navbera 17-19`ê Nîsanê li bexçeyê Azadiyê yê li bajarê Qamişlo hate lidarxistin de, bûbûn.

Di nava 45 tabloyên festîvalê de, tabloyên her du şêwekaran hinekî berbiçav bûn, û bala şêniyan kişand.

TABLOYA ŞÎNDA

Şînda ji biçûkaniya xwe ve tabloyên kolacê (yên bi kerton) çêdikirin, piştî ku gihîşt refa 12`an û paşê zanîngehê, dest ji behreya xwe berda. Beriya salekê careke din berê xwe da neqişkirina tabloyan. Xwe perwerde kir û beriya niha tev li 2 pêşangehan bûye û cara yekemîn e îsal Şînda bi 2 tabloyan beşdarî festîvalê bibû.

XWENASKIRIN

Şînda xwest bi tabloya xwe ya navê “Heke tu li xwe digerî” xwestiye ji mirovan daxwaza xwe naskirin û li xwe vergerandinê bike. Çi qas mirov di nava pirsgirêkên cuda de bijî jî, dema li xwe vegere wê bigihêje encameke serkeftî û dê pirsgirêkên xwe jî çareser bike. Bi li xwe guhdarkirinê mirov rêya xweşiya jiyanê dibîne. Şînda di tabloya xwe de ev yek bi perperîk û lixwekirina taca zêrîn destnîşan kiriye. Her wiha di tabloya xwe de eynikek daniye, ku bi wê jî behsa rêya dîtinê dike.

TABLOYA NAYA

Naya jî ji dema ku pêşdibistan bû, ji neqişandin û resmê hez kiriye, paşê bi derbasbûna demê re wê ji bo xwe weke behre dîtiye. Herî zêde ew ji xwişka xwe ya şêwekar meraqa resmê girtiye. Ev cara duyemîn e tev li festîvalê dibe.

TÊKOŞÎN

Tabloya Naya têkildarî rola jin e, jin bi qasî têkoşîna di nava jiyanê de, di qada leşkerî de jî dikare tê bikoşe. Jin xwedî xweşikbûneke hêja ye, her devera ku lê jin hebin, ew dever xwedî dînamîkeke cuda ye.

(ekîb/fr)

ANHA