Bi hezaran kesî Rêber Abdullah Ocalan silav kirin

Bi hezaran kes ji bo "Mîtînga Demokrasî û Azadiyê" ya ku ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Bajarê Stenbolê ve li Qada Esenyurtê dê bê lidarxistin, bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" meşiyan û Rêber Abdullah Ocalan silav kirin.

Bi hezaran kesî Rêber Abdullah Ocalan silav kirin
25 sibat, 2024   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê bi mebesta piştevaniya bi “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 36 meh in tu agahî jê nayên girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd a hatibû lidarxistin, li Esenyurt a Stenbolê “Mitînga Azadî û Demokrasiyê” li dar dixe. Ji niha ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê. 

Hêj ji bo mitîngê dem ma ye lê bi hezaran kes bi flamayên bi rengên kesk, sor û zer ber bi qada mitîngê ve diherikin. Li cihê mitîngê coşeke mezin heye û bênavber tililî tên avêtin û girse li çepikan dide. Gelek welatî bi cil û bergên kurdî tev li mitîngê bûn. Welatî ji du noqteyên cuda yên polîsan danîne dikevin qada mitîngê. Li qada mitîngê gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan" tên berzkirin. Her wiha flamayên DEM Partiyê li qada mitîngê li ba ne. 

Li qada mitîngê coşeke mezin heye û qad hêdî hêdî tije dibe. Welatiyan li ber stranên hilbijartinê yên DEM Partiyê û stranên kurdî xelekên govendê gerandin.

Li hêla din, ji 39 navçeyên Stenbolê welatî ber bi qada mitîngê ve bi wesayîtan ketin rê. Konvoyên ku ji sedan wesayîtan pêk tên, diherikin qada mitîngê.