Bi hezaran welatî ji deverên dagirkirî koçber bûn

Piştî gurbûna şerê li Lubnanê yê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, gengaziya şer di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de zêde bû. Ji ber vê bi hezaran welatî ji deverên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, koçber bûn.

Bi hezaran welatî ji deverên dagirkirî koçber bûn
4 cotmeh, 2024   16:41
HELEB

Çavkaniyên xwecih ji gundewarê Helebê û Idlibê yên di bin dagirkeriya Tirk a dagirker û çeteyên wê de, dan zanîn ku di 2 rojên borî de rêjeya koçberbûna ji gundên li eniyên şer zêde bû.

Hat diyarkirin ku enî di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê (û komên girêdayî Îranê û Hizbullah a Lubnanê) de ne.

Her wiha hat destnîşankirin ku ji ber zêdebûna gengaziya derketina şerekî û agahiyên ku vê yekê piştrast dikin, bi hezaran şênî koçber bûn.

Navên deverên ku şêniyên wê koçber bûne ev in: Bajarokê Sermîn, Nêreb, Afes, Teftenaz, Teqad, Kefer Eme, Ebzimo, Sehare û gundewarê Ezazê.

Çavkaniyan diyar kir ku di çend rojên borî de zêdetirî nîva şêniyên bajarê Sermînê koçber bûn. Her wiha rêjeyeke mezin a şêniyên Teqad, Ebzimo û Sehare ji eniyên şer koçber bûn.

Navendên belgekirinê yên wan deveran da zanîn ku heta niha 4 hezar û 208 welayî ji gundewarê Idlib û Helebê yên nêzî eniyên şer, koçber bûne. Her wiha ku koçberiya ji wan deveran hîn jî didome.

(mh)