Bi boneya salvegera fermanê daxuyanî hatin dayîn

Di daxuyaniyên ku bi boneya salvgera 10’an a fermana 3’yê Tebaxê ya li Şengalê hatine dayîn de, ji bo rêgirtina ku ber fermanan banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Bi boneya salvegera fermanê daxuyanî hatin dayîn
Bi boneya salvegera fermanê daxuyanî hatin dayîn
Bi boneya salvegera fermanê daxuyanî hatin dayîn
Bi boneya salvegera fermanê daxuyanî hatin dayîn
Bi boneya salvegera fermanê daxuyanî hatin dayîn
Bi boneya salvegera fermanê daxuyanî hatin dayîn
Bi boneya salvegera fermanê daxuyanî hatin dayîn
2 tebax, 2024   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 10’an fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê, Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê, Weqfa Jîn a Jinan û Weqfa Newroz a Çandî ya li Beyrûtê û Nîvîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê daxuyanî dan.

Daxuyaniya Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê bi beşdariya bi dehan êzidiyan û endamên Kongra Star li gundê Qizilçox ê bajarê Amûdê hat xwendin.

Cîgira Hevserokatiya Mala Êzidiyan Cîhan Korê daxuyanî xwend. Cîhan diyar kir ku fermana 3’yê Tebaxa berdewama zêdetirî 70 fermanên li dijî civaka êzidî hatine kirin e. Cîhan bi bîr xistin ku tevahî welatên cîhanê temaşeyî fermanên li dijî êzidiyan kirine û dengê xwe nakin.

Cîhan Korê şehîdên berxwedana Şengalê û gelê Rojavayê ku di dema fermanê de destek da Şengaliyan bi bîr anîn.

Piştî xwendina daxuyaniyê beşdaran berî dan çerxerêya Şengalê ya  li naverasta bajarê Amûdê û li wir mûm pêxistin.

Weqfa Newroz a Çandî ya li Beyrûtê di daxuyaniya xwe de di serî de Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî bang li civaka navneteweyî û tevahî rêxistinên têkildar kir ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî û qanûnî pêk bînin, îradeya gelan ji gefên qirkirin, siyasetên qirkirina etnîkî û guhertina demgorafî pêk bînin. Her wiha bang hat kirin ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê li ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

Weqfa Jîn a Jinan jî di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe bi berxwedana Şengaliyan re nîşan da û rola jinên êzidî ya dijî êrişan silav kir.

Ofîsa Jinan a TEV-DEM’ê jî fermana 3’yê Tebaxa wekî berdewama xelekên fermanên li dijî êzidiyan e nirxand. Her wiha tevahî hêzên ku di parastina Şengalê de xemsarî kirine hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, divê hesab ji plangerên fermanê û hêzên PDK’ê ku di dema fermanê de Şengal terik kir bê pirsîn.

Di daxuyaniyan ji bo rêgirtina li ber fermanan banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

(bb)

ANHA