5 endamên Hemasê hatin kuştin

Di êrişa artêşa Îsraîlê de yek jê fermandar, 5 endamên tevgera Hemasê hatin kuştin.

5 endamên Hemasê hatin kuştin
3 tebax 2024   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê li derdora bajarê Tulkerem ê Difaya Rojava erebeyeke endamên Hemasê bombebaran kir. Hate zanîn ku di bombebaranê de yek jê fermandar, 5 endamên Hemasê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku êrişeke hewayî li bajarê Tulkeremê pêk aniye.

(bb)