Li Şengalê jiyan hat rawestandin

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û xelkê herêmê îro, saet 10 ji bo rêzgirtin ji hemû şehîdên fermanê û yên canê xwe ji Şengalê re kirin mertal merasîmên rêzgirtinê yên girseyî hatin lidarxistin û ji bo çend deqîqeyan jiyan hate rawestandin.

Li Şengalê jiyan hat rawestandin
3 tebax, 2024   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Şengal û navçeyên Şengalê, Qibletê, Xanesor, Serdeşt, bîrdariya Solaxê, Sinûnê, Borik, Digûrê û li hemû gund dan Rêveberiya Xweser, Asayîşa Êzidxanê merasîmên girseyî yên rêzgirtinê lidarxistin.

Jiyan bi temamî ji aliyê gel ve hatiye rawestandin. Li gelek deverên Şengalê gel xêr belav dikin, li ser rêyên giştî av têne belavkirin.

Wê piştî nîvro li navenda Şengalê merasîmeke girseyî were lidarxistin. Gel wê ji Meclîsa Gel berbi mekteba Zarîfa Osê ya li navenda bajêr ve bimeşin. Merasîm jî wê li vê mekteba ku bûbû dojeh ji bo Êzidiyan were lidarxistin.