Bi boneya salvegera 6ʹemîn a damezrandina Rêveberiya Xweser şahî

Beriya çend kêliyan bi boneya salvegera 6ʹemîn a damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyek hat lidarxistin

Bi boneya salvegera 6ʹemîn a damezrandina Rêveberiya Xweser şahî
Bi boneya salvegera 6ʹemîn a damezrandina Rêveberiya Xweser şahî
Bi boneya salvegera 6ʹemîn a damezrandina Rêveberiya Xweser şahî
Bi boneya salvegera 6ʹemîn a damezrandina Rêveberiya Xweser şahî
Bi boneya salvegera 6ʹemîn a damezrandina Rêveberiya Xweser şahî
7 îlon 2024   20:02
REQA

Şahî li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li kantona Reqayê hat lidarxistin. Di şahiyê de endamên deste, nivîsgeh û meclisan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şêx û rûspiyên eşîran, Kombûna Jınan a Zenûbiya, partiyên siyasî, fermandarên QSDʹê, nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Meclisa Kesk a Idlibê û bi dehan xelkê kantonê Reqayê beşdar bûn.

Şahî bi axaftinên beşdaran, axaftina hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman û Evîn Siwêd, axaftina MSDʹê û axaftina rêxistinên jinan dewam dike.

(fr)

ANHA