ʹRêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê dikare bibe modelek giştîʹ

Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şahiya salvegera 6ʹemîn a ragihandina Rêveberiya Xweser de axivîn û got, " Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê dikare bibe modelek giştî."

ʹRêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê dikare bibe modelek giştîʹ
7 îlon 2024   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman di axaftina xwe de salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser pîroz kir û behsa rewşa Sûriyeyê kir û got: "Di berdewama krîza Sûriyeyê ya ji zêdetirî 10 salan de hîna tevahî çareseriyên tên pêşkêşkirin dûrî hêvî û pêdiviya sûriyeyiyan e, her wiha tevahî alî, bêyî ku guh bidin pêdiviyên sûriyeyiyan û pêşeroja wan a demokratîk, hewl didin desthilatê bi dest bixin."

Osman wiha domand: "Xeta sêyemîn a ku pêkhateyên gelê me hilbijartiye, berovajî wan tevahî proje û hewldanên xwediyên wan bû. Ev xet li Sûriyeyê pabendî metoda çareseriya demokratîk bû, bi ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tacîdar bû."

Osman diyar kir ku ev proje ku li Sûriyeyê dendika çareseriya demokratîk e, hîna di pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê û pêşeroja wî ya demokratîk de bingeh e, her wiha ji bo yekitiya pêkhateyên gelê herêmê projeyeke kalîteyî ye.

Osman wiha dawî li gotina xwe anî: "Di vê boneya pîroz de, em teqez dikin ku hewldana binketina projeya me ji tu aliyekê ve meyldariyeke şaş e. Em îro hêzeke aktîv in û bingeha vê hêzê xwedîderketina me li rastiya mutleq û dûrketina ji her projeyeke dabeşkirinê yan şerekî naxweyî ye. Em bang li her kesên vê rêveberiyê paşguh dikin li xwe vegerin û li ser çareserkirina krîza Sûriyeyê bixebitin."

Her wiha hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd jî axivî û got: "Gavên biçûk bi gavên dîrokî dest pê dikin. Dema borî ku em tê re derbas bûne diyar kir ku ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gaveke girîng bû."

Evîn kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Em bi rêveçûna ber bi pêkanîna hêvî û armancên sûriyeyan ve pir kêfxweş in. Şênî û rêveberî di van salan de bi hev re di nava têkiliyeke xurt bûn."

Evîn destnîşan kir ku hebûn û dewama şoreşê di 12 salên dawîn de bi saya fedekariyên hezaran şehîd, birîndar û kedên pêkhateyan ji Ereb, Kurd, Ermen, Asûr, Suryan, Çeçen, Turkmen, Kurdistanî û gelên cîhanê bû.

Di dawiyê de Evîn wiha got: "Pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare ji bo çareseriyê ji tevahî Sûriyeyê re bibe modeleke guncaw. Em ji vir bang li tevahî hêz û aliyên Sûriyeyê dikin ku li ser maseya diyalogê rûnin û çareseriyeke aştiyane ji krîza Sûriyeyê re deynin."

(fr)