Li Tebqa têkildarî ʹParastina civakîʹ panel

Li Tebqayê li ser têgeha ʹParastina civakîʹ panelek hat dayîn. Di panelê de bal li ser girîngiya aliyê fikrî û guhartina wê, rizgarkirina civakê ji fikrên neyênî yên ji aliyê pergalên dîktator û kapîtalîst ve li ser hatine ferzkirin hat kişand.

Li Tebqa têkildarî ʹParastina civakîʹ panel
Li Tebqa têkildarî ʹParastina civakîʹ panel
Li Tebqa têkildarî ʹParastina civakîʹ panel
Li Tebqa têkildarî ʹParastina civakîʹ panel
Li Tebqa têkildarî ʹParastina civakîʹ panel
Li Tebqa têkildarî ʹParastina civakîʹ panel
Li Tebqa têkildarî ʹParastina civakîʹ panel
7 îlon 2024   19:03
TEBQA

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Tebqa ji bo pênasekirina têgeha ʹParastina civakîʹ, şîrovekirina erkên wê panelek li dar xist.

Di panela ku li hola Navenda Çandê ya Tebqayê hatiye lidarxistin de, xelkê bajêr, endamên saziyên sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya, HPCʹê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Di panelê de hevserokê HPCʹê yê kantona Tebqa Mîlad Faris li ser girîngiya parastinê bi rêya girîngîdayîna aliyên hişyarî û rewşenbîrî ya civakê axivî.

Faris got: "Parastina civakî ji bo parastina ewlehî û aliyê rewşenbîrî xwe dispêre aliyê leşkerî. Şoreşa me ne tenê şoreşeke leşkerî ye, lê di radeya yekemîn de şoreşa zihnî û fikrî ye. Ger civak ji fikrên neyênî yên ji hêla pergalên dîktator û kapîtalîst ve li ser hatin ferzkirin, rizgar bibe, em ê bigihîne çîneke rewşenbîr û zana ku parastina welatê xwe bikin."

Faris wiha domand: "Bi rêya medyayên dîjîtal, êrişa çandî û dîrokî îro çîna ciwanan hedefgirtî ye. Em di şaristaniyeke ji îslam û nirxên mezinên me li ser me ferzkirine, mîna hezkirin, biratî û rêzgirtinê, hatine. Em îro ji ber şer û aloziyan van nirxan ji dest didin."

Faris anî ziman ku êrişên li dijî herêman an jî dîmenên li ser enternetê çi bi rêya filman û rêzefilman dibin hemû bi armanca têkbirina civakê ne.

Di panelê de beşdaran girîngî da rola mezin a saziya perwerdê, mîna dibistanan di perwerdekirina ciwanan de, bi taybet di qonaxa ciwantiyê de. Her wiha divê perwerdeyên fikrî û leşkerî bên dayîn û rola rewşenbîran bê geşkirin.

(fr)

ANHA