Li Babê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Li bajarê Babê yê dagirkirî yê bakurê rojhilatê Helebê cenazeyê ciwanekî ku bi guleyan hatibû kuştin hat dîtin.

Li Babê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
5 hezîran, 2024   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih da zanîn ku cenazeyê ciwanê bi navê "Qezafî Receb El Hemod" ê ji gundê Dêr Şerqî yê bajarê Meeret El Numan ê başûrê rojhilatê Idlibê hat dîtin. Cenaze li malê welatiyekî bi navê Îbrahîm Sadiq El Osman li bajarê Babê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de hat dîtin û li ser cenazeyê şopên guleyan hebûn.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên "Polîsa Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker cenaze birin bijîşkiya şerîî û hîn jî xwediyê malê ne xuya ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li deverên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, rewşa bêaramî serwer e. Ew jî bi sedema sûcên rojane yên kuştin, dizî, talanî, pevçûna navxweyî û tecawizkirinan in.

(mh)