Rewşa welatiyê di êrişa dewleta Tirk de birîndar bûbû giran e

Artêşa dewleta Tirk a dagirker duh malek li gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê bombebaran kiribû û di encamê de kalemêrê bi navê Îse Ehmed birîndar bûbû. Hate zanîn ku rewşa Ehmed giran e.

Rewşa welatiyê di êrişa dewleta Tirk de birîndar bûbû giran e
4 kanûn 2023   15:19
ŞEHBA

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker duh malek û nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bombebaran kiribûn. 

Di encama bombebaranê de kalemêrê bi navê Îse Ehmed birîndar bûbû.

Rayedarên Nexweşxaneya Avrîn da zanîn ku rewşa Îse Ehmed giran e û di bin çavdêriya taybet de ye.

ANHA