Pervîn Buldan serdana Demîrtaş û Mizrakli kir

Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan çû serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli ku li Girtîgeha Edîrneyê tên ragirtin.

Pervîn Buldan serdana Demîrtaş û Mizrakli kir
13 sibat, 2025   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan serdana Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ku li Girtîgeha Edîrneyê tên ragirtin kir.

Hat diyarkirin ku Pervîn Buldanê têkildarî xebatên di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de hatine kirin û tên kirin agahî daye Demîrtaş û Mizrakli. Pervîn Buldanê li nêrîn û pêşniyarên her du siyasetmedaran guhdarî kir.

 Pervîn Buldan ragihand ku Demîrtaş û Mizrakli destnîşan kirin ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin pêvajoyê.