Bi armanca diziya erebeyê welatiyek hat qetilkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir ku bi armanca diziya erebeyê welatiyek li gundewarê rojhilatê Reqayê hat qetilkirin.

Bi armanca diziya erebeyê welatiyek hat qetilkirin
12 ÇILE, 2025   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê sûca qetilkirina welatiyê bi navê Seyfudîn Sadiq El Seyah de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 3ˋyê Çileya 2025ˋan de hat ragihandin ku li gundê El Reqa El Semra yê ku dikeve rojhilatê bajarê Reqayê cenazeyekî nasnameya wî nediyar hatiye dîtin. Tîmên me ber bi cihê bûyerê ve çûn û li wir cenaze hat naskirin ku yê Seyfudîn Sadiq El Sayah e, ku beriya bûyerê bi çend saetan winda bûbû. Di encama lêpirsînê de derket ku bi guleyan ew hatiye kuştin û jiyana xwe ji dest daya.

Erebeya welatiyê hatiye qetilkirin li gundê El Xesaniyê yê rojhilatê bajarê Keramê hat dîtin. Piştî lêpirsînan di 4ˋê Çileya 2025ˋan de sûcdar hat girtin. Her wiha hat diyarkirin ku sûcê hatiye kirin bi armanca diziya erebeyê bû û xwediyê erebeyê jî bi damanceya 9 mm (glok) a îranî hatibû qetilkirin. Di dema lêpirsînan de hat aşkerakirin ku sûcdar hewl daye li gundê Hawî El Hewa yê rojavayê Reqayê sûcekî din pêk bîne, lê bi ser neket.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar dikin ku her kesên sûc bike wan bigirin û radestî edaletê bikin ku ewlehî û îstîqrara herêmê misoger bibe. Wê hûrgiliyên li ser sûcê hatiye kirin, piştî lêpirsîn bi dawî bûn, werin parvekirin."

(fr)