Bi 67 dronan êrişî Ukraynayê kirin

Hêzên Parastina Hewayî yên Ukraynayê ragihand ku duh bi şev bi zêdetirî 60 dronan êrişî deverên cuda yên welat hatiye kirin û diyar kir ku piraniya dronan hatine xistin.

Bi 67 dronan êrişî Ukraynayê kirin
7 îlon, 2024   13:49
NAVNEDA NÛÇEYAN

Hêzên Parastina Hewayî yên Ukraynayê daxuyaniyek li ser Telegramê weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku duh bi şev bi 67 dronan êrişî welat hatiye kirin, ji wan dronan 58 heb hatine xistin.

Li gorî daxuyaniyê, dronên bi tîpa Şahed ji 2 herêmên sînorî yên Rûsyayê û nîvgirava Qirimê yên di bin dagirkeriya Rûsyayê de rabûne.

Parlamentoya Ukraynayê jî bi daxuyaniyekê ku li ser Telegramê weşandiye, ragihand ku piştî êrişa Rûsyayê ya duh bi şev parçeyên dronekê li kêleka avahiya parlamentoyê hatibû xistin, hatin dîtin.

(bb)