Hêzên Şamê sewqiyata leşkerî ber bi Idlibê ve şand
Hêzên hikumeta Şamê sewqiyata leşkerî ber bi Idlibê ve şand.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê vê sibehê sewqiyateke leşkerî ji bakurê Himisê ber bi Idlibê ve bi rê kir.
SOHR’ê diyar kir ku sewqiyata leşkerî ji erebeyên doçka li ser û erebeyên pickup ku nêzî 200 leşker li ser bûn, pêk dihat.
SOHR’ê ragihand ku çeteyên ‘Heyet Tehrîr El Şam’ û komên din ên çete amadekariyên êrişeke nû li dijî hêzên hikumeta Şamê li “herêma bêçek" dikin.
(bb)