Rejîma Îranê welatiyek Kurd li Pîranşarê revand

Hêzên rejîma Îranê li Pîranşarê welatiyek Kurd binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve revandin.

Rejîma Îranê welatiyek Kurd li Pîranşarê revand
7 îlon, 2024   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Zextên rejîma Îran yên li ser Kurdan dewam dikin, li gorî Rêxistina Mafê Mirovan, di 5’ê Îlonê de welatiyê bi navê Wahîd Ebubekirî (27) yê xelkê gundê Kindrê ya ser bi Pîranşarê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku bêku biryara binçavkirinê hebe, hêzên rejîmê avêtine ser mala Wahîd û wî ber bi cihek nediyar ve birine.