‘Bêyî vekişîna dagirkeran vegera li Efrînê ne pêkan e’

Koçberên ji Efrînê yên ku niha li Helebê dijîn, diyar kir ku vegera wan bo cih û warên xwe bi vekişîna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Efrînê ve girêdayî ye.

‘Bêyî vekişîna dagirkeran vegera li Efrînê ne pêkan e’
15 hezîran, 2025   05:06
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Koçberên ji Efrînê yên ku niha li Helebê dijîn, got heta artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi temamî ji Efrînê venekişin, ew venagerin herêmên xwe.

Îbrahîm Horo diyar kir ku ew du caran rastî koçkirina bi darê zorê hatiye, cara yekem piştî dagirkirina Efrînê û cara duyemîn bi dagirkirina Şehbayê re, ku ew neçar mane ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê kober bibin.

Horo diyar kir ku şêniyên Efrînê de dema  koçberkirinê de rastî binpêkirin û destdirêjiyê hatine.

Îbrahîm Xelîl jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hîna jî barehehên xwe yên leşkerî li Efrînê hiştine û sûcên li dijî gel bê hesab berdewam dike. Xelîl xwest ku aliyên navneteweyî der barê mijarê tevbigerin û çareseriyên bingehîn ji koçberên Efrînê peyda bikin.

Ebdo Beyrem Hisên jî diyar kir ku koçberên ji Efrînê bi salan e ji bo vegerê li ber xwe didin, lê heta niha ev maf bi cih nehatiye.

Hisên bang li aliyên peywendîdar kir ku bi gavên şênber sozên xwe bicîh bînin mafên vegera ya bi ewle misoger bikin.

Koçberan her wiha bal kişand ser helwesta desthilata Şamê û xwest helwesteke zelal li dijî dagirkeriyê nîşan bide. Koçberan hişyarî da ku berdewamkirina dagirkeriyê dê aloziyan kûrtir bike.

(k)

ANHA