Şêniyên Helebê dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

Şêniyên Helebê daxwaza xwe ya ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman. Şêniyan got Rêber Abdullah Ocalan pêşengê serdema aştiyê ye û destnîşan kir ku azadiya wî dê bibe sedema siberojeke geş a herêmê.

Şêniyên Helebê dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
15 hezîran, 2025   02:35
HELEB
MIHEMED EBDO

Gelê Kurd û dostên wan çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina polîtîkaya dewleta Tirk aa li dijî wî, didomînin. Piştî ku kampanyaya nû ya bi navê "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" li Ewropayê dest pê kir, şêniyên Helebê jî daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman.

Şêniyê bi navê Mihemed Ekrem Şêxo diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re xwedî pîroziyeke taybet e û got: "Rêbertî felsefeya jiyanê daye me.”

Şêxo diyar kir ku kesên ku di serdema şoreşa beriya niha bi nîv sedsalê bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin jiyane, dixwazin bi wî re hevdîtinê bikin û wî bibîne, ji ber ku wî bi zanist û felsefeya xwe di qada şaristaniya demokratîk de guhertin pêk aniye.

Şêniya bi navê Cûmana Hemîd jî got: "Me bawerî bi îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan anî û zarokên xwe hînî vê baweriyê kirin. Ji bo vê îdeolojiyê me tiştên xwe yên herî bi qîmet feda kir. Hevdîtina bi rêbertî re, berî ku xewn be daxwazeke, ev xewn tê pêk were. "

Şêniyê bi navê Ednan Ehmed sedema daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re wiha vegot: "Ev hezkirina ku Rêber Abdullah Ocalan xistiye dilê me, rewşa me guhert û siberoja me ronî kir, her wiha bandor li mirovan û hestên wan kir ku bibin mînaka herî baş."

Ehmed hêviya xwe ya hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re anî ziman, ji ber "îdeolojiya ku wî pêşkêşî kiriye bûye sedem ku kurd ji komkujiyan rizgar bibin, ew bûye pêşengê serdema aştiyê. "

Asya Ebdo jî der barê mijarê de got: "Rêber Abdullah Ocalan ku aştî û mirovahî li şûna şer bijartiye, ji hemû cîhanê re îsbat kir ku bidestxistina azadiya wî ji bo siberoja herêmê bijarteya herî rast e û ji her demê bêhtir nêzîk e. "

Pêngava "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" berdewama pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" ye ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li 74 navendên cîhanê dest pê kir û heta niha li 105 navendên cuda belav bûye.

(k)

ANHA