Beşdarên şahiye Hesekê: Rojbûna Rêbertî hêviyeke nû ye

Meclisa Jinan a PYD'ê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan vejîna hêviya nû ya gelê Kurd e.

Beşdarên şahiye Hesekê: Rojbûna Rêbertî hêviyeke nû ye
Beşdarên şahiye Hesekê: Rojbûna Rêbertî hêviyeke nû ye
Beşdarên şahiye Hesekê: Rojbûna Rêbertî hêviyeke nû ye
Beşdarên şahiye Hesekê: Rojbûna Rêbertî hêviyeke nû ye
Beşdarên şahiye Hesekê: Rojbûna Rêbertî hêviyeke nû ye
Beşdarên şahiye Hesekê: Rojbûna Rêbertî hêviyeke nû ye
1 nîsan, 2024   23:12
HESEKÊ

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4'ê Nîsanê) li pêşiya navenda PYD'ê ya taxa Kebabê ya Hesekê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de bi dehan şêniyên Hesekê û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Di şahiyê de endama Meclisa Jinan a PYD'ê Zozan Elî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gerîlayan û gelê Kurd ê li 4 parçeyên Kurdistanê pîroz kir.

Zozan Elî diyar kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan vejîna hêviya nû ya gelê Kurd e û got: "Bi xwedîderketina li fikrên Rêbertî xewna azadiyê bû rastî."

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh)

ANHA