Beşdarên civîna li Hesekê banga avakirina Sûriyeyeke pirreng kir

Beşdarên civîna berfireh a li Hesekê diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêkanîna Peymana 10`ê Adarê dereng dixe. Beşdaran banga avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û pergaleke nenavendî kir û piştgiriya xwe ya ji bo QSD`ê û Rêveberiya Xweser anî ziman.

23 tebax, 2025   16:10
HESEKÊ

Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Hesekê civîneke berfireh bi sernavê "Peymana 10`ê Adarê û şêwazên lihevkirinê ber bi Sûriyeyeke pirreng û nenavendî ve" li dar xist. 

Civîn li Navenda Çandê ya Tevgera Hîlal Zerîn hate lidarxistin. Bi sedan kesayetên civakî, rûspiyên eşîran, nûnerên mezhebên cuda, nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), tevgerên siyasî û rêxistinên jinan tev lê bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Viyan Adar axivî. Viyan Adar diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêkanîna peymana 10`ê Adarê dereng dixe û xwe dispêre yekrengiyê û da zanîn ku tawanên ku dibêjin hêzên wan cudaxwaz in, ne rast in. Viyanê got armanca wan lihevhatina berfireh a Sûriyeyê ye.

Viyan Adar diyar kir ku QSD amade ye peymanê pêk bîne û li gorî prensîbên exlaqî tevahiya Sûriyeyê biparêze.

Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî jî diyar kir ku diyalog bi hikumetê re nayê wateya ku prensîbên xwe paşguh bikin, lê diyalog rê li ber têkiliyên nû bi hêzên cur bi cur re vedike. Mihemed Elî destnîşan kir ku tevlêbûna tê xwestin divê avaker û demokratîk be ku hemî sûriyeyî beşdar bibin.

Mihemed Elî destnîşan kir ku nebûna destûrê û hilbijartinên rewa dihêle ku desthilata Şamê ne rewa be û diyar kir xwest ku kongreyek neteweyî ya berfireh were lidarxistin û destûreke nû were sazkirin ku bibe bingeha avakirina pergaleke nenavendî ku xwestekên gelê Sûriyeyê nîşan dide.

Mihemed Elî got MSD, Rêveberiya Xweser û QSD amade ne ku ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ezmûnên xwe parve bikin.

Piştî axaftinan beşdarên civînê nêrînên xwe anîn ziman, beşdaran piştgiriya xwe ji bo QSD`ê, Rêveberiya Xweser û peymana 10`ê Adarê anîn ziman û dan zanîn ku ew li dijî gotara nefretê û bangên fitneyê ne.

(k)