‘Divê em li dijî cezayê darvekirinê rabin’

Çalakvana Civaka Sivîl Meryem Kerîmî anî ziman ku Şerîfe Mihemedî xebatên aştîxwaz kiriye û got: “Eger em bêdeng bimînin, wê çarenûsa me ji ya Şerîfe Mihemedî ne cuda be. Divê em li dijî cezayê darvekirinê rabin.”

‘Divê em li dijî cezayê darvekirinê rabin’
23 tebax, 2025   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvana Civaka Sivîl ya Îranê Meryem Kerîmî derbarê cezayê darvekirinê ya li çalakvana sivîl Şerîfe Mihemedî hatî erêkirin peyamek da.

Çalakvan Meryem Kerîmî anî ziman ku Şerîfe ti karek nekiriye ku weke sûc bê nişandan û got: “Şerîfe tenê xebatên aştîxwaziyê kiriye û vê jî di nava saziyên fermî de kiriye.”

Meryem Kerîmî bêdengiya li hemberî cezayê darvekirinê rexne kir û got: “Divê li hemberî dosyaya Şerîfe Mihemedî em hişyar bin. Dema em li hemberî zilm û zordariyê bêdeng bimînin. Xeterî wê li ser me tevan çêbibe. Hikûmeta Îranê dikare ji bo me tevan hincetekê peyda bike.”

Meryem Kerîmî got: “Eger em bêdeng bimînin, wê siberojê çarenûsa me ji ya Şerîfe Mihemedî ne cuda be. Ji bo siberoja me û pêşîgirtina li cezayê darvekirinê ya li Şerîfe Mihemedî hatî birîn, em bi hev re li dijî cezayê darvekirinê rawestin.”

Hêjayî gotinêye ku Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha 2024’an de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin. Lê carek din di 13’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Serokê Şaxa 2’yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hatibû pejirandin.