Beşa yekemîn a sûriyeyiyên ji Iraqê hatine derxistin gihaşt herêmê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihand ku beşa yekemîn a sûriyeyiyên ji Iraqê hatine derxistin, gihaşt herêmê.

Beşa yekemîn a sûriyeyiyên ji Iraqê hatine derxistin gihaşt herêmê
17 nîsan 2024   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku li gorî biryareke Hikumeta Federal a Iraqê, sûriyeyiyên ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve koçberî Iraqê bûbûn, ji Iraqê tên derxistin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir: "Beşa yekemîn a sûriyeyiyan gihaşt herêmê ku cih û warên wan li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de ne. Lewra derbasî herêmê hatin kirin, ji bo ku dûre biçin herêmên xwe yên jê koçber bûne."

Rêveberiyê destnîşan kir ku agahiyên li ser medyaya dijîtal hatine belavkirin ku Rêveberiya Xweser sûriyeyiyan ji herêmê derdixe, ne rast in û tenê armanca wan derxistina fitneyê ye. 

Rêveberiyê da zanîn ku derxistina sûriyeyiyan ji Iraqê ji aliyê hikumeta Iraqê ve dê di çend rojên bê de dewam bike û dê her kes vegere herêma jê koçber bûye.

(şx)

ANHA