Biryar hat dayîn qanûnek ji astengdaran re bê sazkirin

Desteya Kar û Barên Civakî di civîna xwe ya asayî de biryar de ku qanûnekê ji bo astengdaran saz bike û ji bo vegera ewle ya koçberan li herêmên Sûriyeyê derfet werin peydakirin.

Biryar hat dayîn qanûnek ji astengdaran re bê sazkirin
29 nîsan, 2025   16:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevserokên Desteyên Kar û Barên Civakî yên li kantonan re civîna xwe ya asayî li dar xist. Di civînê de pêşdeçûnên siyasî yên dawîn ên rûbirûyî xebata civakî li herêmê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de raporên desteyan ên kantonan hatin xwendin û astengî û zehmetiyên li pêş pêkanîna bernameyên civakî hatin gotûbêjkirin.

Li gorî malpera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civînê de gelek biryaran hatin dayîn û wiha ne:

Xebitîna li ser sazkirina qanûneke taybet bi astengdaran, ji bo garantiya mafên wan û peydakirina piştgiriya guncaw ji wan re, di çarçoveya qanûnî ya zelal de.

Pêşkêşkirina piştgiriya mirovî ya pêwîst ji bo rewşên herî hewcedar ên li herêmê.

Ji bo vegera koçberan bi awayekî ewle û dilxwazî li tevahî herêmên Sûriyeyê pêşkêşkirina hêsankirinan.

Berdewamkirina valakirina niştecihên Sûriyeyî yên kampa Holê û vegera wan bo cihên xwe yên resen.

Aktîvkirina nivîsgehên Kar di hemû Desteyên Kar û Barên Civakî ji bo peydakirina derfetên kar û başkirina şert û mercên jiyanê li herêmê.

Ev biryar gaveke girîng, ji bo xurtkirina xebata civakî û mirovî û pêkanîna zêde ya îstîqrara civakî li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digel guhertinên li Sûriyeyê, ye.

(fr)

ANHA