‘Berxwedana me ya li bendava Tişrînê nîşaneya têkçûna dagirkeriya Tirk e’

Çalakiya li bendava Tişrînê kete roja 28’emîn. Çalakvanên li bendavê diyar kir ku berxwedan û têkoşîna xwe ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dê berdewam bikin.

‘Berxwedana me ya li bendava Tişrînê nîşaneya têkçûna dagirkeriya Tirk e’
4 sibat, 2025   10:47
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 28 roj e li pey hev çalakiya xwe ya li bendava Tişrînê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didomîne.

Çalakvanên li bendavê der barê berxwedana xwe de ji ajansa me re axivîn.

Necah El Hebîb diyar kir ku bexwedana gel a li ser bendava Tişrîn nîşana zelal a têkçûna planên dewleta Tirkyeyê ya dagirker e. Her wiha destnîşan kir ku pêkhateya Ereb piştgira bingehîn a berxwedana bendava Tişrînê ye.

Necah her wiha tekez kir ku armanca wan a sereke parastina xaka xwe û destkeftiyan e ku bi saya fedekariya gelên herêmê bi dest xistine.

Hesen Hemza behsa berdewama berxwdana li bendava Tişrînê kir û bal kişand ser girîngiya parastina bendavê ji karesat û ziyanan. Hemze rola hemû çalakvanan jî bilind nirxand û da zanîn ku êrişên firokeyên bêmirov û topbarankirina wan dê berxwedana wan asteng neke.

Alaa Îbrahîm wêrekiya çalakvanên li bendavê bilind nirxand û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî yekitiya pêkhateyên herêmê û hewldanên wê yên ji bo çêkirina fitne û gurkirina şer, şermezar kir.

Alaa Îbrahîm bendava Tişrînê wek sembola berxwedan û têkoşînê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi nav kir.

(k)