Berxwedan bi ser dixe - DÛRAN KALKAN 

Berxwedan bi ser dixe - DÛRAN KALKAN 
3 ÇILE 2024   09:11

Em ê teqez di sala 2024’an de encameke ku tecrîdê bişkîne, faşîzmê tune bike, Kurdistanê azad bike, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bike biafirînin. Em ê bi hêztir têbikoşin û mezintir bi ser bikevin.

Em bi rejîmeke ku ji serî heta binî bi şerê taybet ê faşîst re hatiye çekdarkirin re rû bi rû ne û em dibînin ku hewl dide hemû aliyên jiyanê veguherîne şerê taybet ê psîkolojîk. Ji 7 salî heta 70 salî civak 24 saetan bi êrîşa şerê taybet a faşîst a topyekûn re rû bi rû dimîne. Ji ber vê yekê êrîşa şerê taybet a psîkolojîk a ku tê gotin, xwedî wateyeke cidî ya bîrdozî, siyasî û leşkerî ye. Li ser vê bingehê dixwazin vîna civaka Kurd û hêzên demokratîk ên şoreşger bişkînin. Bi hêrsbûna civaka Kurd û dostên wê tê lîstin. Êrîş li ser xala ku herî zêde jê hesas in û weke hinceta şer û aştiyê dinirxînin, ango xala Rêbertiyê didome. Ev êrîşeke gelekî xeternak e, bûyereke cidî ye û rewşeke wisa ye ku mirov ne bi sivikî nêzî wê dibe û ne jî sivik dibîne. Êrîşeke şerê taybet ê psîkolojîk bi temamî plankirî, birêxistinkirî û bi armanc hatiye pêşxistin.

Divê neyê jibîrkirin ku Îmralî cihê ku herî zêde şer bi tundî û dijwarî lê tê meşandine. 24 saetên rojê di her kêliya rojê de êrîşên şerê taybet ê faşîst-qirker û şerê psîkolojîk heye. Li dijî van êrîşan hemû jiyan weke berxwedanê pêk tê. Têkoşîna herî dijwar û kûr li Îmraliyê tê meşandin. Pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê didome û hewl didin ku bi girankirî bimeşînin. Tişta ku qewimî vê rastiyê bi zelalî nîşanî me dide. Li aliyê din em dibînin ku tecrîd nehatiye şikandin, sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê didome, zîhniyet û siyaseta ku bûye sedema vê yekê jî hewl dide êrîş û serweriya xwe ya bi plan û organîze bidomîne. Divê li vir jî têgihîştineke şaş nebe.

ÇAV Û GUHÊ HER KESÎ LI RÊBER APO Û ÎMRALIYÊ YE

Niha ne tenê Kurd, hêzên şoreşger ên demokratîk ên Tirkiyeyê, jin, ciwan, gel û hemû hêzên pêşverû, demokrat û sosyalîst ên Rojhilata Navîn û cîhanê dibêjin ku çareserî ji Îmraliyê derbas dibe, hêza çareseriyê Rêber Apo ye, çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye, bi awayekî zelal dibîne ku li ser bingehên teorîk, paradîgma û siyasî dikare pêk were. Her kesî fêm kiriye ku bêyî Rêber Apo çareserî nabe. Ger ku pirsgirêka Kurd çareser bibe û li vê cihanê li ser bingeha aştiya Kurd-Tirk pêk were, êdî her kesî bi awayekî zelal dibîne û baş fêm kiriye ku ev yek encax bi pêşengiya Rêber Apo pêkan e û hêza serkeftinê tenê bi Rêber Apo re heye.

Berê jî Rêber Apo û Partiya me ev rewş bi awayên curbecur îfade dikirin. Bi demê re jin û ciwanên gelê Kurd vê rastiyê fêhm kirin û li ser vê bingehê xwe îfade kirin û çalakiyan lidar bixin, lê di vê mijarê de ne tenê bi Rêber Apo, PKK’ê û ne jî bi gelê Kurd re sînordar e, êdî wan derbas kiriye û gelên Tirkiyeyê jî di nav xwe de dihewîne, bûye diyardeyeke ku hêzên azadîxwaz ên demokratîk ên Rojhilata Navîn û cîhanê di nava xwe de dihewîne. Êdî her kes vê mijarê dizane. Êdî her kes rastiya Rêber Apo pir baş dizane. Lewma pirsgirêka Kurd nas dikin. ‘Kê pirsgirêka Kurd afirandiye, ev pirsgirêk tê çi wateyê, ji pirsgirêka Kurd kî sûdê werdigire? Berovajiyê vê, kî dixwaze pirsgirêk çareser nebe, bi rastî wê çawa çareser bibe, li ser vê bingehê rastiya Rêber Apo çi îfade dike?’ Hatine asta ku rast û bibandor bersiva vê bidin. Ji ber vê yekê her kesê azadî û demokrasiyê, aştî û aramiyê dixwaze çav û guhê wan li Îmraliyê ye. Ev yek girêdayî wê ye ku pêşiya Rêber Apo bê vekirin, şert û mercên azad bijî û bixebite bên afirandin.

BANGA RÊBER APO BANGA ŞIYARBÛN, RÊXISTINKIRIN Û ÇALAKIYAN E

Li ser vê bingehê, li ser eşkerekirina heqîqetê disekine ka gelo çareseriya pirsgirêka Kurd dikare were pêşxistin an na. Ev rewş her ku diçe belav dibe û kûr dibe, kêm nabe û sivik nabe. Di vê çerçoveyê de divê em careke din qala deklerasyona ku di 2019'an de ji aliyê Rêber Apo ve hatî weşandin û îradeya ku di civîna 2’yê Gulana 2019’an de daniye holê bikin. Wê demê gelek kesên ku nirxandinên Rêber Apo baş bi bîr dianîn û digotin ev firsend û avantajeke mezin e û divê bêyî derengî bikeve û bêyî dem bê windakirin ev derfet bi awayekî rast bê bikaranîn. Ji ber ku wan ewlehî û giringiya kar didît. Rastiya hêza çareseriyê, îrade, cidiyet û berpirsyariya Rêber Apo careke din dîtin û fêm kirin.

Rêber Apo li hemberî her cure reşkirin, derew, hîle, tevlîhevî û nezelaliya şerê taybet ê psîkolojîk, bi helwest û sekna ku danî holê, her tişt ji nû ve ronî û zelal kir. Hemû lîstikên reşkirin û nezelaliyê vala derxist û têk bir. Careke din derfet û firsend da her kesê ku dildarê azadî û demokrasiyê ye û vê yekê di çareseriya pirsgirêka Kurd de dibîne. Di vê xala xebatê de cesaret, moral û hêz bi dest xistin. Li ser vê bingehê banga Rêber Apo banga şiyarbûn, rêxistinbûn û çalakiyan e.

RÊBER APO HER TIM ALIYÊN KU PIRSGIRÊKA KURD AFIRANDINE, BÊÇARESERÎ DIHÊLIN HIŞYAR KIR

Peyameke din a girîng jî; Rêber Apo berê her tim derdorên ku pirsgirêka Kurd afirandine û bêçareserî dihêlin hişyar dikir. Li şûna hişyarkirina derdorên ku pirsgirêka Kurd afirandine û bêçareserî hiştine û daxwaza guherînê ji wan xwestin wêdetir, vê carê Rêber Apo derveyî wan, xîtabî aliyên çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin, yên ku azadiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn dixwazin, kir û divê çi bikin danî holê. Got, “Eger hûn li ser vê daxwazê, di daxwaza xwe de bi israr bin, wê demê hûn ê xebatên rojane yên bîrdozî, siyasî û çalakiyan bikin.” Got, “Tevî ku di vî temenî de ez bi tena serê xwe di hucreyek bi vî rengî de 24 saetan dixebitim, li ser çareseriyê disekinim, lêkolîn dikim, 24 saetan di lêgerîna çareseriyê de me, ez dixebitim. Wê demê ger hûn bi rastî çareseriyekê dixwazin hûn jî wek min 24 saetan di vî warî de bixebitin, îmkan û derfetên we zêdetir in. Ji ber vê yekê bi bikaranîna van, xwe zane bikin û birêxistinkirina xwe hûn ê bibin hêza çareseriyê ya rast. Hûn ê hêzên ku bêçareseriyê ferz dikin û rê li ber çareseriyê digirin derbas bikin û têk bibin, hêza xwe û îradeya xwe zêde bikin.” Ev girîng bû. Li ser vê bingehê bang li her kesî kir ku li dijî tecrîda Îmraliyê têbikoşin da ku her kes ji bo azadî û demokrasiyê bi hêztir têbikoşe. Got, “Tecrîda Îmraliyê tecrîda her kesî ye. Wê demê divê her kes ji bo şikandina tecrîda xwe têbikoşe. Divê ji bo azadî û demokrasiya xwe têbikoşin, wê demê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê wê bê şikandin, azadî û demokrasî were Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn.” Bang li kesên ku çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin, li dijî pergala êşkence û tecrîda Îmraliyê ne, vê yekê di gotinan nehêlin veguherînin hişmendî, rêxistinbûn û çalakiya hevpar û hêzeke mezintir derxin holê.

Got ku hêzên serdest di du blokan de hêzên xwe kirin yek, yek ji wan wekî 'Tifaqa Cûmhûr’ û ya din jî wekî 'Tifaqa Millet’ derket holê. Bi vî rengî li Tirkiyeyê rêveberî û desthilatdarî bi hev re di destê xwe de girtin, lê ev weke desthilateke du ling e û nikare veguhere maseyekê. Wê demê pêwîstî bi lingê sêyem heye. Azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ku hatiye asta lingê sêyemîn û yên vê dixwazin divê li dora tifaqa demokrasiyê bibin yek. Di berdewamiya axaftina xwe de got ku eger hevsengiya Tirkiyeyê bibe maseyeke wisa şênber, xwe bike lingê sêyem, wê demê hêzên azadîxwaz û demokratîk dikarin ji bo hemû pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî bi taybetî pirsgirêka Kurd, pirsgirêka jinê bibin hêza çareseriyê. Banga xebatê li ser vê bingehê kir. Dixwest hîn xurtir têbikoşin û bibin yekîneyeke bi bandor.

Bêguman ew tiştên ku hebûn bala wî dikişand, biçûk nedît û bi hurmet hemûyan silav kir. Got, “Ez hemû kesên li dijî tecrîda Îmraliyê li ber xwe didin û daketin qadan, silav dikim." Nîşan da ku ew baldar e û tiştên ku hatine kirin girîng dibîne. Ji bo ku em blokên desthilatdariyê yên heyî derbas bikin û bi vî rengî bigihêjin asta jiholêrakirina êşkence û tecrîda Îmraliyê, divê em hîn bêhtir bi zanebûn, bi rêxistin, yekgirtîtir û têkoşîneke xurtir bimeşînin. Tevgera demokrasiyê divê xwe hîn zêdetir pêş bixe û mezin bike, hişmendiya civakê bilind bike, rêxistin bike, perwerde bike û bikişîne nava refên demokrasiyê; eşkere kir ku pêwîste gelê ku blokên desthilatdar û hêzên şerkerên taybet ên faşîst xapandine, bi derew û hîleyan kirîne û kişandiye aliyê xwe, divê hêzên demokratîk û tevgera demokrasiyê wan ronî bike û ji wir biqetîne bikşîne nav hêzên demokrasiyê û tevgera demokrasiyê. Ev pir girîng bû. Bi rastî jî banga şiyarbûn, rêxistinbûn û çalakiyê ye. Careke din bi zelalî tê nîşandan ku çareserî di vir de ye. Bi vî awayî Rêber Apo nêzîkatî û helwestên ku şiyar nabin, xwe rêxistin nakin, li hev nakin, têkoşîneke dijwar nadin, her tim ji yên din hêvî dikin, ji desthilatdariya faşîst hêvî dikin, ji bloka CHP’ê hêvî dikin, rexne kir. Careke din bi zelalî diyar kir ku bi vê helwest û nêzîkatiyê encam û serkeftin nayê bidestxistin.

Amaje bi vê yekê kir ku divê xebatên propagandayê wekî xebatên perwerdekirina civakê zêdetir bên pêşxistin. Di esasê xwe de diyar kir ku divê siyaseta demokratîk bê mezinkirin, xurtkirin û gav bi gav bibe namzetê herî xurt ê desthilatdariyê. Rêber Apo careke din nîşan da ku li gel her cure zext, girtin û astengiyan jî bi berxwedan û têkoşînê asteke wiha teqez dikare pêk were. Ya ku divê were fahmkirin ev e. Li ser vê bingehê ji her kesê ku çareseriya pirsgirêka Kurd dixwaze, ji her kesê ku dixwaze Tirkiye û Kurdistana demokratîk azad bike, ‘çareserî di destê we de ye, hêza çareseriyê hûn in, ger hûn şiyar bibin, xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin, xwe bikin hêza çareseriyê, çareserî di destê we de ye, hûn ê çareseriyê biafirînin. Ji ber vê yekê ji yên din hêvî nekin, reşbîn nebin, hişyartir bin, bêtir rêxistinkirî bibin û bi bandortir têbikoşin. Wê demê hûn ê qezenc bikin.

RÊBER APO ÇIMA Û ÇAWA LI BER XWE DIDE?

Divê her kes vê rastiyê baş zanibe: Rêber Apo ku 25 sal in li dijî êşkence û tecrîda li Îmraliyê li ber xwe dide, ji bo li wir baş bijî van tiştan nake. Em hay ji xwe hebin, li wir jiyanek xweş tune. Çi heye? 24 saetan zilm, êşkence, zext, serdestiya madî û manewî heye. 24 saetên rojê di her kêliya rojê de zext û êrîşa psîkolojîk heye. Ji ber vê yekê di şert û mercên asayî de mirov nikare li Îmraliyê bijî, nikare li dijî zextên Îmraliyê li ber xwe bide, nikare li Îmraliyê bijî. Rêber Apo hem di hevdîtinan de hem jî di parêznameyan de gelek caran bi awayekî herî şênber danî holê.

Tevî van hemûyan jî Rêber Apo çima û çawa li ber xwe dide? Got ku “ew ji bo armanceke mezin li ber xwe dide” û ev tişt anî ziman: "Eger armancên mezin û di asta lûtkeyê de nebin yek, mirov nikare rojekê li ser piyan bimîne, nikare 24 saetan bijî. Li dijî vê tecrîd, êşkence û zextan nikare bisekine. Lê belê hebûna armancên mezin dike ku mirov li hember van zilm û zordariyê bisekinin û hêza berxwedanê û serkeftinê dide wan." Vê yekê eşkere danî holê. Wê demê ev armanca mezin tê çi wateyê? Helbet azadiya Kurdan, demokratîkbûna Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn ên di nava yekîtiya demokratîk û xwişk û biratiyê de dijîn, dihewîne. Tê wateya azadiya jinê û amadekirina pêşerojeke azad û demokratîk a ciwanan. Ji bo jiholêrakirina her cure pergalên kapîtalîst ên faşîst ên zext, mêtingerî, hovîtî, tacîz, destavêtin, komkujî, terora faşîst û mêtingeriyê têdikoşe. Nikarin ji bo tiştekî din têbikoşin, Îmraliyê nayê kişandin.

Bala xwe bidinê, li Îmraliyê jiyaneke wisa xweş û madî tune ye. Mirov bi berxwedana li Îmraliyê nikare ji bo xwe tiştekî bi dest bixe. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo jiyaneke xweş ji xwe re biafirîne li ber xwe nade. Ji bo azadî û demokrasî bi ser bikeve li ber xwe dide. Ji bo tunekirina zilm û terora faşîst li ber xwe dide. Ji bo mirovatiyê ji bindestî û mêtingeriya kapîtalîst rizgar bibe li ber xwe dide. Ji bo jin azad, wekhev û xwedî îradeya azad bin li ber xwe dide û têdikoşe. Ev xal pir girîng e. Rêber Apo li Îmraliyê çawa li ber xwe dide? Divê ev berxwedan çawa were fêmkirin, ev sekin û helwesta mûcîzeyî, sermirovî çawa tê nîşandan? Pir girîng e ku mirov van pirsan rast bi bersivîne û bi kûrahî fêm bike.

Berî her tiştî divê ev mijar bi zelalî were zanîn: Çima berxwedan heye, armanca wê berxwedanê çi ye? Berxwedan çawa tê kirin, rêbazên wê çi ne? Berxwedaneke wiha çawa tê domandin? Li vir em rastiya Rêber Apo û asta dilsoziya wî ya bi civaka dîrokî û hebûna azad û demokratîk re dibînin. Em vîna mezin a azadiyê, vîna demokrasiyê dibînin. Yan na li wir ji bo berjewendiyên takekesî û ji bo jiyana madî bi hêsanî nikare li ber xwe bide. Li hemberî sîstemeke wisa xurtkirî û safîkirî ya zext û êşkenceyê, mirov; nikaribe ruh, hest, ramanên xwe xurt bike, tevgera xwe di bin qontrolê de bihêle, bi kurtî nikare ragire. Çi hêza berxwedanê dide Rêber Apo û bi dîtina rêbazên rast û berxwedanê dikare bi ser bikeve? Ya ku ew jê re dibêje 'armancên mezin’ ev e. Rastiya berxwedaneke bi vî rengî di encama kesayeta ku ji bo xwe tiştekî naxwaze û bi tevahî xwe dispêre jiyana azad û demokratîk a jin, ciwan, kedkar, hemû bindestan û gelan derdikeve holê. Ger em bibêjin ‘Êşkence û tecrîda li Îmraliyê bê tunekirin, Rêber Apo azad bijî û bixebite, lewma faşîzm bê tunekirin, kurd azad bibin û Tirkiye demokratîk bibe’, wê demê em ê îrade, hişmendî û şêwazê xwe bibînin. Ev jî îrade û şêwaza berxwedanê ya Rêber Apo ye. Em ê van ji rastiya berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo hîn bibin. Yekane rêya têkoşînê ya ku wê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bişkîne, komployê têk bibe, faşîzmê tune bike, Rêber Apo bikaribe azad bijî û bixebite, Tirkiye demokratîk û Kurdistanê azad bike, şêwaza jiyan û berxwedana Rêber Apo ye.

ÊŞKENCE Û TECRÎDA GIRANKIRÎ YA IMRALIYÊ, ÊŞKENCE Û TECRÎDA GIRANKIRÎ YA LI SER HER KESÎ TÊ MEŞANDINE

Ji bo di sala 2024’an de li dijî êşkence û tecrîda Îmraliyê têbikoşin, pêwîst e pêşî li vê hişmendî û kûrbûnê were girtin, bibe bawermend û li ser vê bingehê têkoşîna rêxistinkirî bimeşîne. Divê her kes baş fêm bike û têkoşîneke rêxistinkirî bimeşîne. Divê her kes çi ji destê wan tê bike. Divê bê zanîn ku êşkence û tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, êşkence û tecrîda girankirî ya ku li ser Tirkiye û Kurdistanê li ser her kesî tê meşandine. Hemû zext, zilm û îstîsmar bi hebûna pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê pêk tê. Gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, mirovahî ji aliyê zîhniyet û polîtîkayeke bi vî rengî ya faşîst a mêtinger-qirker di bin tehdîdê de ne. Wê demê rêya rizgariya ji van hemûyan jî têkoşîna li dijî êşkence û tecrîda li Îmraliyê ye. Heta ku êşkence û tecrîda li Îmraliyê hebe, li tu derê azadî û demokrasî tuneye û tu kes nikare azad û demokratîk bijî. Li her derê tecrîd, êşkence, faşîzm, komkujî, tacîz, destavêtin û qirkirin heye. Wê demê demokrasî û azadî bi şikandina pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê pêk tê.Heta ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê neyê şikandin û  şert û mercên jiyan û xebata azad a Rêber Apo pêk neyne, li Kurdistan û Tirkiyeyê azadî û demokrasî ji tu kesî re nabe. Têkoşîna li dijî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bûye xet û esasê têkoşîna demokrasiyê ya dijfaşîst e. Li ser vî esasî pêwîste têkoşîn hîn zêdetir were mezinkirin. Rêber Apo jî bal kişand ser vê yekê û bang kir. “Zêdetir şiyar bin, bêtir rêxistinkirî bibin û bi hêztir bibin û bi xurtî têbikoşin. Divê her kes çi ji destê wan tê hemû derfetan bi kar bîne û têbikoşe." Perspektîfa bingehîn ev e. Ji bo kesên ku perspektîfekê dipirsin perspektîfek ev e, ji bo kesên ku talîmatê dihesibînin talîmatek e, ji bo kesên ku qebûl dikin jî daxwazek e, lê ji her kesî re banga berxwedana dij-faşîst, azadîxwaz û demokratîk e.

JIN, CIWAN Û GELÊN BINDEST ÊN CÎHANÊ LI SER XETA RÊBER APO TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DIMEŞÎNIN

Bi taybet jinên Kurd li her derê ne, li her derê cîhanê dirûşmeyên Kurdî yên weke “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Faşîzma di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de çiqasî hewl dide ku mirov Kurdî ji bîr bike jî, li çar aliyê cîhanê jin êdî bi Kurdî diaxivin, bi Kurdî  dirûşman berz dikin, her kes hînî Kurdî dibe. Bindestan, kedkar, karmend, gel, hemû beşên civakê ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurd îlhamê digirin, xeta Rêber Apo fêm dikin û ber bi têkoşîna azadiyê ve dimeşin û bawer dikin ku wê bigihêjin azadiya xwe. Kurdan têkoşîna azadiyê ya ku pêşengî û îlhamê dide bindestan afirandiye. Bindestan kirin zimanê ku pergala modernîteya kapîtalîst a qirker dixwaze qedexe bike û tune bike, bi Kurdî biaxivin. Ma ji vê mezintir û bedewtir çi heye?

Li aliyê din coş, vîn û berxwedana jinê di asta herî jor de ye. Derketiye holê ku mirovahî herî zêde nêzî jiyana azad a li ser bingeha azadiya jinê ya her demê ye. Ji aliyê hejmarî ve gihîştiye bi milyonan, coş di asta herî jor de ye, daxwaz şênber in û jin azadî û wekheviyê dixwazin. Îradeya xwe ya afirandina pêşketineke ku her cure zîhniyet û siyaseta serdest a mêr tê şikandin, tunekirin û azadiya jinê li ser esasê şoreş pêk were, derketiye holê.

Ev tê wê wateyê ku divê em rojeva xwe teng nekin, her wiha pêwîst e nêzîkatiyên hestiyar ên teng nebin. Divê ji têkoşînê dûr nekevin û teng nebin. Divê em têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bi feraset û şêwazeke afirînertir, dewlemendtir, armancê rasttir bibîne, fam bike û bizanibe bandorê bike, bimeşînin. Divê em tevgerên nû yên têkoşînê bi rêxistin bikin û pêş bixin. Divê em di vî warî de ji her firsend û derfetê sûd werbigirin. Divê em pir afirîner û xwedî îrade bin.

Di vê çarçoveyê de teqez em ê di sala 2024’an de encameke ku tecrîdê bişkîne, faşîzmê têk bibe, Kurdistanê azad bike, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bike, biafirînin. Em ê bi hêztir têbikoşin û mezintir bi ser bikevin. Li ser vê bingehê sala nû li hemû gelê me û mirovahiya demokratîk pîroz dikim û serketinên mezin ji wan re dixwazim.