Hêzên DYA’yê heta 10 salên din li Qeterê dimînin

Çavkaniyeke leşkerî aşkera kir ku DYA’yê dema hebûna xwe ya leşkerî li Qeterê heta 10 salên din dirêj kiriye.

Hêzên DYA’yê heta 10 salên din li Qeterê dimînin
3 ÇILE, 2024   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyeke leşkerî, ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi rêya lihevkirinekê, dema hebûna xwe ya leşkerî li baregeheke li Qeterê heta 10 salan dirêj kir.

Heman çavkaniyê diyar kir ku baregeha hewayî ya El Edîd a li başûrê rojavayê Dohayê baregeha leşkerî ya herî mezin a DYA’yê ya li Rojhilata Navîn e.

Qeter hevalbendeke sereke ya DYA`yê ye.

(şx)