Bertekên li dijî xiyaneta PDKˊê dewam dikin

Bertekên li dijî xiyaneta PDKˊê û tevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re ya di derbekirina destkeftiyên herêmê dewam dikin.

Bertekên li dijî xiyaneta PDKˊê dewam dikin
Bertekên li dijî xiyaneta PDKˊê dewam dikin
Bertekên li dijî xiyaneta PDKˊê dewam dikin
Bertekên li dijî xiyaneta PDKˊê dewam dikin
Bertekên li dijî xiyaneta PDKˊê dewam dikin
Bertekên li dijî xiyaneta PDKˊê dewam dikin
Bertekên li dijî xiyaneta PDKˊê dewam dikin
Bertekên li dijî xiyaneta PDKˊê dewam dikin
Bertekên li dijî xiyaneta PDKˊê dewam dikin
27 ÇILE, 2024   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Çekdarên PDKˊê di 24ˊê Çileyê de li herêma Amêdiyê ya li Başûrê Kurdistanê êrişên nû li dijî gerîlayên HPGˊê pêk anîn û di encamê gerîla birîndar bûn. Li ser vê yekê gel bertekên nîşan dan.

Der barê mijarê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin tevkariya PDKˊê bi dewleta Tirk a dagirker re ne nû ye, ew ji salan ve vê tevkariyê dewam dike, di vê dawiyê de jî asta xiyaneta xwe bilind kir. Ew jî bi rêya ragihandina şerekî nû li dijî hêzên gerîla.

Di dawiya daxuyaniyê de xiyaneta PDKˊê bi tundî hat şermezarkirin û soza bilindkirina têkoşînê li dijî tevahî komployên li dijî destkeftiyên gel hat dayîn.

HELEB

Li aliyekî din jî Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê li hola 8ˊê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da. Endamê PYDˊê û birayê şehîd Xemgîn Welat, Elî Şêx daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ber deriyan e, hevdîtinên dewletan li ser hesabê gelê Kurd û xiyaneta PDKˊê bi armanca tunebûna Kurdan e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo yekkirina 4 parçeyên Kurdistanê pêdivî bi kongreyeke neteweyî ya Kurdî û sekna li hember planên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a ji bo tunekirina Kurdan heye.

ŞEDADÊ

Der barê mijarê de Ciwanên PYDˊê ya navçeya Şedadê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê, xiyaneta PDKˊê û tevkariya wê bi dagirkeriyê re li dijî hêzên gerîla çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Di çalakiyê de daxuyanî ji hêla endama PYDˊê Delal Mistefa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin hîna dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên barbarî û ketober li dijî herêmê û hedefgirtina stasyonên sotemenî, kehrebe, av û gazê dewam dike, li kêlek wê jî PDKˊê tevkariyê pê re dike û xiyanetê bi Kurdan dike.

Di dawiya daxuyaniyê de paşguhkirina hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li beramber sûcên dewleta Tirk a dgairker li dijî herêmê hat şermezarkirin û bang li gel hat kirin ku ji bo têkbirina komployan bibin yek.

(fr)

ANHA